SKB: Êrîşa li Kerkûkê wê têkoşîna jinên Kurd ranewestîne

SKB a Ewropayê bertek nîşanî qetilkirina aktîvîsta jin a ji Hesekê Firyal Silêman Xalid da û got: "Bi van êrîşan nikarin têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd rawestînin."

Yekîtiya Jinên Sosyalîst (SKB) a Ewropayê bertek nîşanî qetilkirina aktîvîsta jin a ji Hesekê Firyal Silêman Xalid  (Zelal Zagros) da û got: "Firyal Silêman Xalid zêdetirî 30 salan ji bo azadiya jin û gelê Kurd têkoşiya. Êrîşa qirker a li Kerkûkê wê têkoşîna azadiya jinên Kurd ranewestîne."

SKB’ê wiha berdewam kir: “Dewleta Tirk a faşîst a mptinger bi awayekî sîstematîk qetilkirina jinên Kurd ên şoreşger pêk tîne. Herî dawî roja pêncşemê Firyal Silêman Xalid li bajarê Kerkûkê li nîvê cadeyê li ber dibistanekê hat qetilkirin. Jina Kurd a di sala 1975'an de li Amûdê ji dayik bû, di nava tevgera azadiyê de navê Zelal Zagros li xwe kir û zêdetirî 30 salan ji bo azadiya jin û gelê xwe bênavber têkoşiya.

Di destpêka salên 1990’î de li Rojava tevgera Kurd nas kir. Piştî ku 15 salan li çiyê bi gerîlayan re derbas kir, 8 salan di nava civaka Kurdên Ermenistanê de xebitî. Di dema Şoreşa Rojava de ji bo alîkariya avakirina pêkhateyên demokratîk ên bingehîn bike vegeriya herêma jidayikbûye. Li Tirbespiyê di avakirina komun û meclîsan de cih girt û ji bo xurtkirina têkiliyên navbera gelê Kurd, Ereb û Xiristiyan de xebat meşand.

Herî dawî jî li Başûrê Kurdistanê xebatên tevgera jiana dimeşand di 18’ê Çileyê de hat qetilkirin. Êrîşa qirker a li Kerkûkê jî hewldaneke din a ji bo tepisandina têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd e. Zelal Zagros di heman demê de hevrêya Evîn Goyî (Emîne Kara) a ku di 23’ê Kanûna 2022’yan de li Parîsê hatibû qetilkirin.