Rusova: Cudakariya li hemberî rojnamevanên jin dewam dike

Rojnamevan Sofia Rusova diyar kir ku dema rojnamevanên jin dixebitin û erkên xwe yên pîşeyî pêk tînin li ser bingeha zayenda civakî bi hin cûreyên cudakariyê re rû bi rû dimînin.

Endama Konsorsiyuma Jinan a Saziyên Sivîl Rojnamevan Sofiya Rusova pirsên ANF'ê bersivandin.

Rola rojnamevaniya jinan di xebatên mafên mirovan de çi ye?

Ez di wê baweriyê de me ku di van salên dawî de jinan kedeke mezin di pêşketina rojnamevaniyê de li cîhanê da. Di nava rojnamevanên hatin qetilkirin û çewisandin de jinên ji netewe û hemwelatiyên cuda hene. Ji nûçegihanên şer bigire heta rojnamevaniya înternetê, jin her ku diçe bi bandor dibin. Ew jinên ku heqîqetê diparêzin, hewl didin li gorî pîvanên rojnamevaniyê tevbigerin û bi giştî xizmeta berjewendiyên siyasî yên olîgarş ên ku xwediyê dezgehên ragihandinê yên mezin in, nakin.

Di vê navberê de, ev pirs ji hemû welatên cîhanê vekirî ye: Gelo medya mecbûr e ku fonksiyonek mafên mirovan pêk bîne? Ji aliyekê ve ev yek cihê nakokiyê ye, lê ji aliyê din ve, eger em li ser siyasetê, li ser civaka xwe binivîsin, jixwe ev karekî parastinê ye. Hûn hewl didin civakê ji faşîzm, dîktatorî, êrîşên li ser mafên mirovan, cudakarî û dijminatiya biyaniyan biparêzin.

Di van 10 salên dawî de, di medyayê de zêdetir dest bi axaftinê li ser pirsgirêka cudakariya li dijî jinan, tundiya li ser jinan û destavêtin tê kirin. Van mijaran di vê qonaxê de bi giranî ji qalib bûnê derketiye. Ev fezîleta medyayên cihêreng e, lê bi rêjeyek mezintir, ev hîn jî karê medyayê ye ku pir caran wekî lîberal têne binav kirin. Wan "tona deng" rast hilbijart, bi saya vê awayê danasîna agahiyan, jin di bûyerên şîdetê de kêm tên rexnekirin û sûcdarkirin. Îmajên jinan di medyayê de dest bi guhertinê kir.

Hûn kîjan destkeftiyên rojnamegeriya jinan a Rûsyayê wek destkeftiya sereke dibînin?

Di van salên dawî de hin weşanxane û redaksîyon ji aliyê jinan ve tên birêvebirin. Mînak edîtorê Yenî Ocakê jinek e. Pirsgirêkên giran ên jinan ên têkildarî şîdeta malbatê her tim di rojevê de ne. Dixwazim destkeftiyên rojnamevaniya herêmê jî bînim ziman. Rojeva jinan, piştgirîkirina her festîvalek di şeva 8'ê Adarê de, raporkirina dozên neheqiya li ser jinan - medyaya herêmê girîngiyek mezin dide van mijaran. Di vî warî de jî jin xwe ji aliyê çapemeniyê ve hîs dikin. Temaşevanên kanalên televizyonê yên federal bi temaşevanên medyaya serbixwe re nayên muqeyese kirin. Kanalên federal dikarin ji bo bernameyên ku ji bo pirsgirêkên jinan hatine veqetandin bêtir vegirtinê peyda bikin. Ew ne tenê ji bo weşandina pêşandanên li ser cilûbergan e.

Rastî pirsgirêkên civakî hene. Di bin navê bernameyên henek û sihîrbaziya jin de, di derbarê cil, xwarin, kincên bedew, moda de pêşandan çêdibin. Ev xelet e û divê bê guhertin. Balê jinan dikêşin ser tiştên cuda, tu nikarî wan bisînor bikî. Nûçeyên li ser destkeftiyên jinan hinekî vê yekê radike. Bernameyên ku temaşevanan perwerde dikin û îmaja û rola jinan diyar dikin divê midaxele bê kirin. Ev proje tevkariyê li pêşxistina mafên jinan nakin, lê li ser jinan ferz dikin ku divê çawa be.

Gelo mafê medyayê heye ku peywirên siyasî bike yan jî divê medya ji siyasetê dûr bisekine, çi medyaya azad û serbixwe ji propagandayê cuda dike?

Medyaya rast bi her awayî ji propagandayê cuda ye. Bi gelemperî, wekî ku ji hêla pisporên ji welatên cûrbecûr ve hatî îspat kirin, niha li gelek welatan propaganda serdest bûye. Propaganda nîşanên wê yên pir hêsan hene. Di propagandayê de tu carî nêrîneke din nîne, propaganda her tim çanda kesayetiyê diafirîne. Weke ku ji dîrokê tê zanîn, bi giranî xizmeta rejîmên totalîter dike û di berjewendiya hin kesan de kar dike. Mixabin êdî li gelek welatan demokrasî kêm e, têkoşîna ji bo mafên mirovan û azadiyê, ji bo nirxên bingehîn ên ku mirov ji dema ji dayik dibe qelse. Di vî warî de aktîvîstên mafên mirovan û tevkariya wan a ji bo tevgera mafên jinan a cîhanê li her welatekî pir girîng e. Li cîhek xebatên mafên mirovan qada têkoşînek pir ewleye, lê li cîhek hûn dikarin bi jiyana xwe berdêla wê bidin.

Mînak em dibînin ku çend jin li Îranê xwepêşandanan îlan dikin! Nêzî 50 rojnamevan niha tên girtin ku nîvê wan jin in. Ne tenê ji ber ku ew erkên xwe yên pîşeyî pêk tînin. Em jî dizanin ku çend jinên Kurd û bi giştî rojnamevanên jin mirine. 7’ê Cotmehê Roja Rojnamevanên Kurd û Roja Bîranîna Rojnamevanên Mirin bû. Hejmara wan bi rastî pir e. Ji ber vê yekê civak li hemberî vê çiqas hestiyar e? Di encamê de, karê rojnamevaniyê çi ye? Ez nerîna xwe ferz nakim, lê guhertina civakî her dem ji min re girîng bûye. Hûn dikarin her û her li ser heman tiştî bipeyivin, lê gava ku pêşketinek nebû, ew dest pê dike ku dev jê berde… Ji bo li pîşeyê bimîne, xurt be û bibe xwedî ruh, ji bo guhertina tiştên li vê dinyayê herî kêm pêwîstî bi hinekî heye.

Ez axaftinên nefretê sûc dibînim, di rojnamevaniyê de qedexe ye, lê bênavber li dijî hin kesan, hin meylayan û jinan dewam dike. Ev binpêkirina etîka pîşeyî ye, ku ji aliyê ti pîvanên rojnamevaniyê ve nayê qebûlkirin.

Pirsgirêkên ku pêşî li pêşketina nûçegihaniya jinê digirin çi ne û ji bo derbaskirina wan divê çi were kirin?

Berjewendiyên jinan nabe xema sereke. Ji ber nebûna hêza hevgirtinê ya girseyî di medyayê de, jin her tim nikarin daxwazên xwe pêk bînin. Jin pir jîr in, pir profesyonel in. Ew dibîne ku mirov çawa agahdarî rast pêşkêş dike û mirov çawa projeyê pêk tîne. Ez gelek çîrokan dizanim ku rojnamevan ji bo parastina jinan mijarên civakî yên pir aktuel pêşkêş dikin. Lê ji ber ku edîtoran ew bêdem û balkêş nedîtine naweşînin. Ew bi tenê dibêjin wê balê nekêşe. Helbet edîtorî hene ku rojnamevan hewl didin dengê jinan biparêzin da ku rojeva zayenda civakî bi dawî nebe, lê niha paşveçûnek heye ku giranî zêdetir li ser siyaseta navneteweyî ye.

Dema rojnamevaneke jin hewl dide zayendê ji aliyên cuda ve nîşan bide û ji aliyê edîtoran ve tê redkirin, hin kes wê sûcdar dikin. Bo nimûne ji karmendên redaksiyonê, dikare alîkariya çareserkirina pirsgirêkê bike. Hevgirtina rojnamevaniyê di navbera rojnamevanên jin ên ku bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû ne, pir girîng e. Tê zanîn ku di şer de carinan ji mêran kêmtir mûçe jî ji jinan re dihat dayîn. Helbet ev jî dema ku jin dibe dayik, mexdûriyek e. Hûn neçar in ku hilbijartinek bikin; yan dayik be yan jî bibe rojnamevan. Li hemberî hilbijartineke bi vî rengî wekhev mayîn zehmet e, lê ev erka xwediyên medyayê ye; rêzgirtina mafan, qanûn binpênekirin, li ser esasê zayenda civakî cudakariya li hemberî jinan nekirin. Mixabin ez dibêjim piraniya çapan ji îdealê dûr in. Di dema kar û xebatên xwe yên pîşeyî de cudakariya li ser esasê zayenda civakî didomînin.

Li Rojhilata Navîn bi taybetî li Tirkiyeyê gelek caran zext li rojnamevanan tê kirin û gelek kes ji ber ku pirsgirêkên li herêmên Kurdan radighînin dikevin girtîgehan. Weke rojnamevanekê, weke jineke ku maf û azadiya jinê diparêze, hûn di vê mijarê de çi difikirin?

Ne tenê zilm li wan tê kirin, di heman demê de tên kuştin, bi dehan kes hatin qetilkirin. Zehmet e ku mirov hejmarek rast bide, lê di van salên berxwedan û hewildanên parastina xwe ya neteweyî de, gelek jin – rojnamevan, jin – parêzvanên mafên mirovan hatin qetilkirin. Ev berdewam dike. Ya xeternak jî ev e. Em behsa çawaniya pêşkeftina cîhanê dikin, ji platforma Neteweyên Yekbûyî der barê mafên mirovan de û ji bo parastina jiyana her welatiyekî pêwîstî bi çi rengî heye, gelek tişt tên gotin. Lê gotinên berovajî, çalakiyan berovajî dikin. Rojnamevanek dikeve qadan, karê xwe dike û ji ber vê yekê tê kuştin! Ji ber ku hewl dida rastiyê bi dest bixe, nêrînek alternatîf nîşan bide dest ji karê xwe berneda... Gelek caran ji rojnamevanan re tê pêşniyar kirin ku çalakiya xwe biguherînin da ku wan ji pîşeyê dûr bixin, lê mirov heta dawiyê rojnamevanî tercîh dikin. Rojnamevanên rast amade ne ku biçin girtîgehê.

Em dizanin ku li Tirkiyeyê her tim rojnamevan tên destgîrkirin. Li gorî Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas, Endeksa Azadiya Derbirînê ya Tirkiyeyê di binê 150 de ye. Rojnamevanên Kurd tevî ku mafdar in di girtîgehê de ne. Tê zanîn ku di girtîgehên Tirkiyeyê de êşkence li mirovan tê kirin. Bi taybetî jin rastî êşkenceyê tên. Rojnamevan bi van hemûyan zanin, dikevin nava xebat û parastina heqîqetê dikin.

Li gorî we çima medyaya serbixwe ya li Rûsyayê jî qetlîamên li Rojhilata Navîn bi tevahî naweşîne? Platformên cuda yên Ewropayê zêdeyî nîvê naveroka xwe vedihewînin, lê belê qala şîdeta leşkerî ya Tirkiyeyê ya li hemberî gelê sivîl ê li Kurdistanê nake. Ev yek hevgirtina bi çalakiyan e, yanî. Gelo bi temamî bawerî bi helwesta Tirkiyeyê heye? An jî kombînasyona berjewendiyên siyasî, aborî û hevpariyê prensîbên rojnamevaniyê têk dibe?

Ez dizanim ku me çend pisporên bi rastî baş û zana hene. Zanyar hene, lê di nav rojnamevanan de hindik in. Rojnameyên federal cîhek hindik dide wan ku van mijaran nîqaş bikin. Ez piştgirî nadim vê siyasetê, ji ber ku em di warê siyasî de jî di nav van têkiliyan de ne. Divê mirov bizanibe ku ne tenê li Ukraynayê, li welatên din jî, bi taybetî jî li Rojhilata Navîn çi diqewime. Mixabin, pirsgirêk bi berdewamî nayê nîqaş kirin, tenê dema ku tiştek di qonaxa akût de diqewime tê nîqaş kirin û paşê bi berfirehî nayê nîqaş kirin. Ji min re xuya dike ku ev hilbijartinek polîtîkaya redaksiyonê ya bêkêmasî ye. Helbet kêmbûna pisporan jî heye û zehmetiya peydakirina pisporên serbixwe ji bo çêkirina meteryalan heye. Xwendevanê eleqedar divê serî li çavkaniyên bi zimanên biyanî bide. Lê xwendevanê navîn ji bo vê yekê pir tembel e. Ji ber vê yekê divê mijarên têkildarî Rojhilata Navîn jî di nav de bi Rûsî zêdetir bala xwe bidin rojeva navneteweyî.