BI DÎMEN

Rûken Ehmed: Armanca me ya sereke xwegihandina jinên li Rojhilata Navîne

Endama Komîteya Têkîliyên Derve û Dîplomasiyê ya Kongra Star Rûken Ehmed diyar kir ku heta şoreşa jinê ya li Rojava negihînin jinên li Rojhilata Navîn û Efrîqayê, nikarin bikin cîhanî.

JINA ROJAVAYÎ

Endama Komîteya Têkîliyên Derve û Dîplomasiyê ya Kongra Star Rûken Ehmed wiha got: “Jinên azadîxwaz tên û şoreşa me dibînin. Bi vê rastiya ku jin bi perspektîf û rêxistinbûnê xwe ava bike re rû bi rû dimîne.”

Endama Komîteya Têkîliyên Derve û Dîplomasiyê ya Kongra Star Rûken Ehmed ji ANF’ê re axivî.

Rûken Ehmed diyar kir ku Komîteya Dîplomasiyê di sala 2013’an de hat avakirin û got: “Di pêvajoyên destpêkê de li her bajar, herêmê û kantonê komîteyên dîplomasiyê hebûn. Di van du-sê salên dawî de, di tarzê xebitîn û rêxistinbûnê de hin guhertin hatin kirin. Xebatên me li ser 6 beşan tên meşandin. Hem di nava xwe re rêxistinbûn û têkîliyan pêş dixe, hem jî li Sûriye, Rojhilata Navîn û çapa cîhanî xebatên ku tên meşandin hene. Nûneriyên Kongra Star li Lubnan, Ewropa û Başûrê Kurdistanê hene. Me xwest li hin dewletên Ereb jî nûneriyan çêbikin, lê di asta burokratîk de astengî zêde ne. Hatin û çûyînên me her tim hene.”

Rûken Ehmed destnîşan kir ku têkoşîna jinên Kurd di şexsê Sakîne Cansiz û gelek jinên pêşeng de gelek xebatên bi nirx meşandiye û got: “Di vî warî de em nikarin bêjin ku ev têkoşîn bi me destpê kir, lê bi vê têkoşînê û Şoreşa Rojava re têkoşîna ku ji aliyê jinan ve hatî meşandin û şehadeta Arîn Mîrkan gelek deriyên dîplomasiyê ji me re vekir. Di Şoreşa Rojava de jin di her warê jiyanê de cih digire û aktîf e, vê yekê li seranserê cîhanê bandorek mezin çêkir. Ev yek jî bû sedem ku gelek enternasyonalîst tevlî vê şoreşê bibin. Di nava şoreşê de şehadet çêbûn. Gelek film, belge û pirtûk li ser vê şoreşê hatin çêkirin.”

Rûken Ehmed anî ziman ku ew hem li Rojhilata Navîn hem jî cîhanê, endamê gelek înîsiyatîfên cuda ne û wiha got: “Em bi rêya nûneriyên xwe beşdarî endamtiya hin konferansên li cîhanê dibin. Li Başûr di asta neteweyî de, ji aliyê nûneriya me ve xebatek tê meşandin. Li Lubnanê jî hem di çarçoveya Fîlîstîn hem jî Lubnanê de xebatek tê meşandin. Em jî di hin têkîliyan de yekser beşdar dibin. Ji şerê Serêkaniyê û vir ve li 12 welatên cuda 25 komîteyên jin li ser navê  ‘Jin Rojava diparêzin’ li her qadê piştgiriyê didin Rojava. Di nava van komîteyan de nasname û neteweyên cuda hene. Carna bi hev re xebatên me jî çêdibin, nêrîn û pêşniyaran ji me digirin. Dîsa ji dervey tevlîbûna konferansan, xebatên me yên hevpar jî hene. Di rojên diyar de, di rojên mîna 8’ê Adarê û 25’ê Mijdarê de xebatên me bi hev re çêdibin.”

Rûken Ehmed anî ziman ku heta şoreşa jinê ya li Rojava negihînin jinên li Rojhilata Navîn û Efrîqayê, nikarin bikin cîhanî û wiha bilêv kir: “Jinên azadîxwaz dema tên û şoreşa me dibînin, bi rastiya ku jin bi perspektîf û rêxistinbûnê xwe ava dike re rû bi rû dimîne. Lewma tevlîbûna enternasyonalîstan çêdibe. Di vê şoreşê de xwe dibînin û bersiva lêgerînên xwe dibînin.

Me di dawiya sala 2023’yan de civîna xwe lidar xist. Bi taybetî piştî îlana peymana civakî, ji bo çareseriya Sûriyeyek demokratîk û ji bo çareseriya pirsgirêkên Sûriyeyê me plan kir ku xebatên xwe hîn zêdetir di çarçoveya Sûriyeyê de binirxînin û têkoşîna xwe di vê çarçoveyê de pêş bixin. Dîsa ji bo piştevaniya bi jinên Siwêdayê re, tevlêkarî kirina li têkoşîna wan. Dîsa li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê avakirina maseya dîplomasiyê ya jinê. Dîsa weke xebata enformasyon, plana serdan kirine gelek welatan heye. Plana lidarxistina konferansa dîplomasiyê ya sêyemîn heye.”