Rojnamevanên jin ên girtî li korîdara mêran in

Rojnamevanên girtî Nazan Sala û Şehrîban Abî, li korîdora ku girtiyên edlî yên mêr lê ne, tên ragirtin.

Nûçegihana Jinnews Şehrîban Abî û rojnamevan Nazan Sala ên piştî nûçeyên leşkerên Tirk ên li navçeya Şaxê ya Wanê Servet Turgût ji helîkopterê avêtin û qetilkirin û şûnde hatin girtin, binpêkirinên li hemberî wan ên li Girtîgeha Tîpa T a Wanê didomin.

AVÊ JÎ NADIN

Hate ragihandin ku Sala û Abî bi hinceta şewba vîrûsê li Girtîgeha Tîpa T a Wanê li korîdora ku girtiyên edlî yên mêr lê ne, di karantînayê de ne. Ne ça û ne jî avê nadin Abî û Sala, hate diyarkirin ku ji bo paqijkirina qawîşa ku pîsîtiya çûkan lê ne yek firçe dane wan.

Her wiha tevî yek hefteyê jî ne çarşaf û ne jî balîf nedane Abî û Sala, hate ragihandin ku ji bo taştê jî bikin serê siharê parçeyek penîr didin wan.