Rojnameger Şehîdî ket rojiya mirinê

Rojnamegera Îranî Hengame Şehîdî ku ev du meh bûn li dijî pêkanînên rejîma Îslamî ya Îranê di greva birçîbûnê de bû, hate ragihandin ku ji roja Çarşema ve derbasî rojiya mirinê bûye.

Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas duh têkildarî  Rojnameger a Îranî Hengame Şehîdî raporek weşand û ragihand ku Hengame Şehîdî çalakiya xwe ya greva birçîbûnê veguhertiye rojiya mirinê. Di rapora Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas de wiha hate gotin: “Hengame bi rêya telefonê bi dayîka xwe re axiviye û gotiye, ew çalakiya xwe ya rojiya birçîbûnê veguhrandiye rojiya mirinê.”

‘ZEXT LI MIN DIKIN KU EZ LI XWE MIKUR WERİM MIN SÛC KIRIYE’

Rêxistinê ragihand ku Şehîdî sedema ketina rojiya mirinê jî ji dayîka xwe re gotiye û wiha pê de diçe: “Tevî ku min ti sûc nekiriye jî ez têm tewanbarkirin û cezayê girtîgehê li min hatiye birrîn. Ji bo li dijî biryara girtina xwe, li dijî êşkence û pêkanînên îtlaatê yên di girtîgehê de derbikevim ez ev du meh in di rojiya birçîbûnê de me. Rêveberiya girtîgehê zext li min dike ku ez li xwe mikûr werim ku min sûc kiriye. Ji bo ez vêya red bikim, min çalakiya xwe ya rojiya birçîbûnê veguhert rojiya mirinê.

‘ÎRAN DI RÊZA 5’AN YA GIRTINA ROJNAMEGERAN DE CIH DIGIRE’

Rêxistinê behsa binpêkirina mafê rojnamegeran li Îranê jî dike û radigihîne: “Niha 28 rojnameger ku yên biyanî jî di navê de hene li Îranê girtîne. Îran di rêza 5’an ya welatên ku rojnamegeran digire de cih digire. Di raporên me yên berê de jî hatibû gotin ku Îran, di warê sînordarkirin û binpêkirina mafê azadiya ragihandinê de  di nava 180’ê welatên cîhanê de di rêza 165'an de ye." Rojnamegera jin ya Îranî Hêngame Şehîdî beriya niha ji Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî re nameyek şandibû û di nameyê de gotibû: "Girtina min bi hilbijartinên serokomariyê ve girêdayî ye. Hêzên pastarên Îranê û Wezareta Îtlaatê di projeyek hevbeş de hewl dide rojnameger, çalakvanên siyasî û çalakvanên medenî bê deng bikin." Hêzên Îtlaatê yên rejîma Îranê di 9'ê Adarê de Rojnameger Hêngame Şehîdî girtin û şandin zîndana Ewîn ya Tehranê. Ji wê rojê heya niha ku du meh sere derba bûye hîn sedama girtina Hêngame Şehîdî nehatiye zanîn. Her wiha Rojnamegera jin ya Îranî Hêngame Şehîdî di roja yekem ya girtina xwe de dest bi rojiya birçîbûnê kiriye û niha jî ketiye rojiya mirinê.