BI DÎMEN

Rojeva Meclîsa Jinê ya Sûriyeyê xweparastin e

Endama Meclîsa Jinê ya Sûriyeyê Mekiye Hiso got, bi şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re jin hîn bêhtir bi girîngiya xweparastinê hesiyan e û diyar kir, li bajarên Sûriyeyê wê giraniyê bidin ser rêxistiniyê.

MECLÎSA JINÊ YA SÛRIYEYÊ

Meclîsa Jinê ya Sûriyeyê ku 8'ê Îlona 2017'an bi beşdariya 200 jinên ji tevahiya Sûriyeyê li Minbicê kongreya xwe ya damezrandinê lidar xist û hate ragihandin, 7 sal in bênavber ji bo rêxistiniya jinên Sûriyeyî kar dike. Meclîsa Jinê ya Sûriyeyê di 20'ê Gulanê de li taxa Şêxmeqsûd a Helebê kongreya xwe ya 2'yemîn lidar xist û 250 jinên Sûriyeyî weke delege tevlî bûn.

Endama Meclîsa Jinê ya Sûriyeyê Mekiye Hiso li ser armanc û rêxistiniya meclîsê ji ANF'ê re axivî.

Mekiye Hiso anî ziman ku jinên Sûriyeyî bi armanca têkoşîna hevpar û xurtkirina têkoşînê Meclîsa Jinê ya Sûriyeyê ava kirin û got, "Weke jinên Sûriyeyî karê me yê sereke misogerkirina azadiya jinê ye. Ji bo nasnameya jinê bê naskirin û parastin em têdikoşin. Ji Rojava heta Sûriyeyê û Rojhilatê Kurdistanê, êşa jinan hemûyan yek e. Lewma me ji xwe re kir esas ku bi fikrê 'bi yekîtiyê hêz diafire' tevbigerin."

Mekiye Hiso destnîşan kir ku afirandina civakeke ku jin lê azad e armanca wan a bingehîn e û got, "Afirandina civakeke ku xwe dispêre azadiya jinê, demokratîk, bi edalet û wekhev, armanca me ya esasî ye. Dema ku em bi jinên li derveyî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re dicivin dibin heyranê rêxistiniya jinê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Haya xwe jê çêdibe ku jin a rêxistinbûyî dikare civakeke nû biafirîne. Îqna bûn ku jin a ne xwedî xweparastin û rêxistiniyê wê tine bibe."

DIBIN DENGÊ JINAN

Mekiye Hiso ragihand ku ji bo li Destûra Bingehîn a Sûriyeyê bibin xwedî mafê axaftinê ew têdikoşin û got, "Ji bo bibin dengê jinan em têdikoşin. Gelek rûniştin li ser krîza Sûriyeyê têne lidarxistin, lê belê jinên Sûriyeyî di nav de nîne. Dema ku çarenûsa civakê tê nîqaşkirin jinan tevlî van nîqaşan nakin. Sedemeke bê encammana li Astana û Cenevreyê tevlînekirina jinên Sûriyeyî li van rûniştinane. Rûniştinên ku jinên Sûriyeyê di nav de nîne tenê krîzê giran dike, çareseriyê pêk nîne. Lewma ji bo jinên Sûriyeyî di destûra bingehîn de bibin xwedî mafê gotinê em têdikoşin."

LI BAJARÊN SÛRIYEYÊ BIRÊXISTININ

Mekiye Hiso anî ziman ku Meclîsa Jinê ya Sûriyeyê ku navenda wê li Reqayê ye, li bajarên Minbic, Heleb, Hesekê (Kampa Holê) û Qamişloyê ofîsên xwe hene û got, "Li Kampa Holê jinên ji her bajarekî Sûriyeyê hene. Em bi jinên koçber ên Sûriyeyî re yekser eleqedar dibin. Weke wezîfe ji xwe re dibîne ku jinên bi zorê tevlî DAÎŞ'ê bûne eleqedar bibin. Ji bo van jinan ji mejiyê serwer ê tundiyê yê DAÎŞ'ê dûr bixînin em têkiliyên xwe xurt dikin. Ji bo karibin tevlî civakeke bi tenduristiyeke baş bibin em piştgiriya xwe ya manewî kêm nakin. Meclîsa me li Kampa Holê konek veda. DAÎŞ'iyan konê me şewitandin, gef xwarin, lê belê me careke din kon vedan û ji perwerdekirina jinên Sûriyeyê heta bi pêwîstiyên wan me piştgirî dan. Ji bilî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarên Sûriyeyê ofîsên me nîne, lê belê bi rêya jinên endamên meclîsa me em jinên Sûriyeyî bi rêxistin dikin."

JINÊN LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ DIBIN ÇAVKANIYA SÛDWERGIRTINÊ

Mekiye Hiso bal kişand ser vê gotina bi diyaloga jinên Sûriyeyî re, "Ji bo jinên Sûriyeyî yên li derveyî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dimînin mafê biryar wergirtinê hem balkêş tê, hem jî dibe sedema kelecanê. Asta pêşketina li xweparastinê ji jinên bi sedan sal in dîlgirtî ne dibe hêvî. Hebûna me ya li qadan, serînetewandin û parastina jinê bala wan dikişîne."

Mekiye Hiso destnîşan kir ku li dijî sîstemeke navendî ya antî demokratîk ew têdikoşin û got, "Me ispat kir ku jinên Kurd, Ereb, Ermen, Asûr, Tirkmen û Çerkez, neteweyên cuda dikarin bi hev re bijîn. Ji bo ev jiyan bê xurtkirin pêwîstî bi rêxistiniyeke hîn xurt heye. Temamkirina hev a gelên li Sûriyeyê wê bi pêşengiya jinan pêk were. Ji bo cîhaneke demokratîk, wekhev û bi edalet, azadiya jinê şert e."

TÊKOŞÎNA AZADÎPARÊZIYA JINÊ WÊ BÊ XURTKIRIN

Mekiye Hiso bal kişand ser plan û projeyên xwe û got, "Li bajarên Sûriyeyê me ji xwe re kir armanc ku ofîsên Meclîsa Jinê ya Sûriyeyê vekin. Em ê xwe bigihînin jinên Sûriyeyî yên koçberî derveyî welat bûne û rêxistiniya xwe xurt bikin. Ji bo karibin xwe bigihînin jinên li Idlib, Ezaz, Bab, Efrîn, Cerablûs, Serêkaniyê û Girê Spî yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin em ê bikevin nava hewldanan. Ji sala 2017'an û vir ve me xwe gihand bi sed hezaran jinên Sûriyeyî, diyalog bi wan re danîn lê belê em ê bi biryardariya xwe gihandina hemû jinên Sûriyeyî têkoşîna xwe mezin bikin."