Roja yekemîn a Konferansa Jinan a HDP’ê bidawî bû

Roja yekemîn a 3’emîn Konferansa Jinan a HDP’ê bidawî bû. Di rûniştinên sibê de ew ê pêşniyarên çareserkirina têkildarî êrîşên li dijî destkeftiyên jinan û nexşerêya nû were diyar kirin.

Konferansa Jinan a HDP'ê ya 3'yan ku îro li Enqerê bi dirûşma "Em li azadiyê rawestiyane, li ser têkoşînê biryardar in” destpê kir, ku wê du rojan dom bike rûnitşna îro ya konferansê bidawî bû. Li tevayî Tirkiyeyê 400 jin beşdarî konferansê bûn û piştî axaftina vekirinê konferans li çapemeniyê girtî dewam kir. Di rûniştinên îro de bûyerên siyasî yên li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê, têkoşîna jinan hate nirxandin.

Gelek rêxistinên jinan yên xwecihî û biyanî ji konferansê re peyam şandin û ev peyam bi beşdarvanan re hate parve kirin. Komîsyona Jinan a Yekîtiya Endamên Biheq a Veguhestina Îngîlîz (TSSA) peyam şand û wiha hate gotin; “Bi hemû hestên piştevaniyê em heskirinên xwe ji were dişînin. Di têkoşîna we ya mafên jinan de em li dijî hemû bêedaletiyê mil didin milê we. Em ê bibin dengê we. Em soz didin ku em ê piştevaniya xwe îsal û salên din bi were bidomînin.”

Beşa sibê ya konferansê wê li çapemeniyê girtî dewam bike. Di rûniştinên sibê de ew ê pêşniyarên çareseriyê yên têkildarî êrîşên li dijî destkeftiyên jinan were gotûbêjkirin. Li ser van pêşniyaran jî ew ê nexşerê were diyarkirin, encamnameya ku were amadekirin wê bi raya giştî re were parvekirin.