Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) li ser li hevkirina Hikumetên Herêm û Iraqê ya li ser Şengalê daxuyaniyek da.
Daxuyanıya RJAK’ê wiha ye:
“Di demekê de ku cîhan di nava guhertinên girîng de derbas dibe, pergalên kevin ber bi hilweşînê ve diçin û gelên azadîxwaz jî li pey çareseriyên nû digerin. Hêz û aliyên klasîk ji vê zêdetir nikarin weke her tim xwe li ser galan ferz bikin.
Îro li Kurdistanê şoreşek bi pêşengtiya şoreşa jinan birêve diçe, ev pêngava dîrokî mohra xwe li tevahî sedsala 21’an daye û bandora xwe li ser hemû cîhanê kiriye. Eşkereye ku bingehê wê şoreşê fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan e. Vê şoreşî ji nû ve jin kiriye pêşengê hemû qadên jiyanê mîna qada siyasî, civakî, leşkerî, dîplomasî û hwd.
Felsefeya jiyana azad û avakirina jin û mêrê azad, her wiha avakirina wekheviya zayendî ya di astekî bilind de weke sîstem li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Şengal û Wargeha Mexmûrê pêk hatiye. Dîsa di asta sîstema hevserokatî û avakirina bihêztirîn siyasetmedara jin ku nûnertiya rasteqîn a civakê dike li Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê roj bi roj berfireh dibe. Xêra wan rastiyane her ku diçe hişmendiya zilamsalar û namûsperestî bi hilweşînê re rû bi rû dibe. Ji ber wê hemû hêzên dagirker di tevahî êrîşên xwe de jinê dikin armanc; çawa ku me di êrîşa DAÎŞ’ê ya li ser Şengal, Mexmûr, Gwêr, Kerkûk û Daqûqê de jî dît ku yên bûne armanc jin bûn. Ji bilî jinên Kakeyî, yên Mexmûr û Gwêrê tenê li Şengalê 3500 jin hatin girtin û destdirêjî li ser wan hat kirin, hemû dagirkeriyên dewletên dagirker yek li pey yekê wê siyasetê bi kar tînin. Hêzên klasîk jî heman siyasetan birêve dibin.
Dema jin ji koletiyê rizgar dibe û dibin hêza guhertina civakê, ev hêz hîs dikin ku wê hilweşin û dawiya wan bê, lewma ji bo hebûna xwe dikevin nava tevgerê û çi ji destê wan tê dikin. Ew 28 sal in ku PDK li Başûrê Kurdistanê desthilat e, hişmendiya wê partiyê li ser bingehê namûs û zayendperestiyê ye û nahêlin jin bibe îrade û xwediyê hebûna xwe. Di encama wan hemû kuştin û xwekujiyên jinan de dikarîn bêjîn komkujiyeke pir mezin e. Herî kêm bi qasî komkujiya Helebce, tenê ji ber wê siyaseta ku li Herêma Kurdistanê li ser bingehê zayendperestiyê birêve diçe komkujiya jinan pêkhatiye, hemû alî jî vê dizanin ku çendîn car rêxisitnên navdewletî hişyarî dane Herêma Kurdistanê. Di hemû şerên navxweyî ya hêzên Başûr de bi armanca tolhildanê herî zêde li ser jinan destdirêjî hatiye kirin.
Niha jî ENKS ji bo tevlî sîstema rêveberiya xweser a Rojava bibe şertê wan ew e ku sîstema hevserokatî û zimanê Kurdî nemîne. Bi rastî jî her du mijar rastî, cewher û berhemê şoreşa netewa demokratîk e. Ew hêzên paşverû ji hêza jinê û pêşketina wê pir ditirsin. Ji ziman û çanda resena xwe jî pir ditirsin. Ji ber ku ji axa û efendiyan ditirsin. Îro jî dema behsa şerê di navbera aliyên Kurdî de tê kirin, divê bê zanîn ku eger ew şere biqewime pir metirsîdare, lê divê navekî rast li wê nakokî û helwesta şerxwazî bê kirin, divê weke êrîşa li ser jinan bê pênsekirin, êrîşa li ser hêzên azadîxwaz û demokratîk û weke êrîşa pêkanîna kiryarên DAÎŞ’ê bê pênasekirin. Vaye li Şengalê dema DAÎŞ’ê nekarî hemû Êzidiyan ji komkujiyê re derbas bike, îro xêra fikr û felsefeya azad û bi pêşengiya jinan gelê Şengalê xwe birêve dibin û parastina xwe dikin. Lê wê qebûl nakin û Tirkiye û hevkarên wê (PDK) û DAÎŞ plan dikin û dixwazin êrîşê Şengalê bikin û komkujiyekî din pêk bînin.
Dewleta Tirk bi pêkanîna hemû dagirkeriyan re dixwaze hêza hov a DAÎŞ’ê li tevahî navçeyên sînor jî bi cih bike, li herêma Xakûrkê hemûyan ew rastiyane bi çavê xwe dîtine ku di nava hêzên leşkerî yên Tirk de pir çeteyên DAÎŞ’ê hene ku bi zimanê cuda diaxivin. Her wiha yên hatine herêma Zaxoyê jî, şêniyên Behdînanê bi xwe jî bûye şahidê wan rastiyan ango hejmarekî zêde çeteyên DAÎŞ’ê li wê derê hatine bicihkirin. Niha jî dixwazin li tevahî Behdînanê û plan heye ku dema pêş li Qendîlê jî çeteyên DAÎŞ’ê bi cih bikin. Eger em wan hemû rastiyan bînin gel hevudu; dagirkeriya Tirkiyê û bi cihkirina çeteyên DAÎŞ’ê ya bi hevkarî û piştevaniya çekdarên PDK’ê bi serê xwe radestkirina giştî Başûrê Kurdistanê ji bo Tirkiyê, anîna çeteyên DAÎŞ’ê û wêrankirina Başûrê Kurdistanê ye. Plana wan ya yekemîn jî derb li jinê bidin, ya ku DAÎŞ’ê ji 2014 heta 2017’an li Başûrê Kurdistanê nekarî bike, niha bi destê dewleta Tirk û bi hevakriya çekdarên PDK’ê ve dixwazin pêk bînin. Ji ber wê jî em nikarîn ev gef û bengewaziyên şer yên ji aliyê PDK’ê ve li dijî aliyekî şoreşger tê kirin weke şerê birakujî pênase bikîn, ji ber ku şerê ji bo pêkanîna kiryarên DAÎŞ, Tirkiye û hevkarên wê ye. Lewre divê jin ji her kesê zêdetir ji bo pêşî li dagirbûna welat bê girtin bibin mertalê zindî, her wiha ji bo pêşî li komkujiya jinan û destdirêjîkirina li ser jinê bibin piştewaniya rasteqîn a aşitiyê ji bo tevahî herêmê. Ji ber wê em RJAK bang li hemû jinan dikin ku dem dema xwedîderketin li nirxên azadiya jinan e û divê bê dengiyê bişkînîn.”