RJAK’ê kampanyayek ragihand; Na ji bo kirîna malên Tirkî

RJAK’ê bi daxuyaniyekê bal kişande ser komkujiya 3’ê Tebaxa 2014’an a li ser civaka Êzidî û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker li ser welatiyan bi taybetî komkujiya Perexê û kampanyaya “Na ji bo kirîna malên Tirkî” ragihand.

Rêxistina jinên azad yên Kurdistanê RJAK bi boneya 8. salvegera komkujiya civaka Êzidî ya di 3’ê Tebaxa sala 2014’an de pêk hat daxuyaniyek nivîskî weşand û daxwaz kir ku gelê Kurd û jin divê malên Tirkî boykot bikin û bi kirîna berhemê wan nebin hevkarê dewleta Tirk.

Berfirehiya daxuyaniya RJAK’ê bi vî rengî ye:

“Bi boneya 8’emîn salvegera komkojiya gelê Êzidî di sala 2014’an de, ew fermana li ser qirkirina gel ji bo tunekirina jinên Şengalê bi destê reş ê çeteyên DAÎŞ’ê hate destpêkirin, di nava vê qirkirinê de jin û zarok bûne qûrbanî. 11 hezar pêşmergeyên PDK û hêzên Iraqê di nava Şengalê de bûn, lê nekarîn gelê Şengalê biparêzin û bi tenê hêlan. Di vê karesatê de bi hezaran xelkê Şengalê rastî kuştin, kolekirin û qirkirinê hatin û heta niha jî gelek dîl hîna jî di destê çeteyên DAÎŞ’ê de ne. Piştî sala 2014’an bi destê dewleta Tirk gelek pêşengên gelê Êzidî bûn qûrbanî. Ji ber wê em daxwaz dikin ku hêz û aliyên Başûrê Kurdistanê li ser vê dagirkeriya ku li Başûrê Kurdistan û Şengalê tê kirin bêdeng nebin. Ji ber di nav de gelên din jî dibin qûrbaniyên dewleta Tirk. Weke RJAK em daxwaz dikin gelê Kurd malên Tirkî boykot bikin, ji ber kirîna her berhemek yê Tirkî dibe bombe û li dijî gelê me tê bi karanîn.

Em weke Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê di salvegera komkojiya Şengalê de soza boykotkirina malên Tirkî didin. Bi kampanya ‘Na ji bo kirîna malên Tirkî’ em wê biryarê ji ber topbarana dewleta Tirk a li ser cihê geştiyarî ya Zaxo ku têde 9 kesan jiyana xwe ji dest dan û 23 kes jî birîndar bûn ku piraniya wan xelkê Iraqê bûn, didin. Em jî weke hemwelatiyên Iraqê piştgiriya daxwazên xwişk û birayên Ereb dikin û dibêjin bila leşkerên Tirk ji Iraqê derbikevin.”