Rêxistinên jinan dest bi kampanyaya ‘Piştevanî wê me bide jiyîn’

Gelek rêxistinên jinan ji bo azadiya girtiyên siyasî yên li girtîgehan dest bi kampanyayeke ‘Piştevanî wê me bide jiyîn’ kirin.

Free Women’s Movement (TJA), Kurdish Women’s Movement – Europe (TJK-E), International Women’s Alliance (IWA), Women Democratic Front Pakistan (WDF), Ruba odeh Palestine, Abya Yala Feminists, National Front for Egyptian Women, Moroccan Association for Progressive Women, Revolutionary Association of the Women of Afghanistan RAWA, Collective of Support for Women Prisoners in Aragon (C.A.M.P.A.) li dijî ragirtina girtiyên siyasî yên di pêvajoya şewba Covîd-19 de dest bi kampanyayekê kir.

Têkildarî kampanyayê daxuyanî li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Kolnê hate dayîn.

Di daxuyaniya çapemeniyê de li ser navê TEJK-E’yê Besîme Konca bi Kurdî, Ronak Fadavî bi Soranî, Yildiz Fîlmcî jî bi Tirkî û bi Elmanî jî Yvonne Heîne axivîn.

Konca anî ziman ku li gel rêxistinên jinan ên weke Pakistan, Efganistan, Emerîkaya Latîn, Spanya û gelek tevgerên jinan dest bi kampanyayekê kirine.

Konca destnîşan kir ku ji bo azadiya hemû girtiyên siyasî yên ji ber ramanê xwe yê azad di girtîgehê de ne û bên berdan dest bi kampanyayekê kirine, wê di çarçoveya kampanyayê de xebatên cihê bikin.

Konca da xuyakirin ku ji bo saziyên mîna Neteweyên Yekbûyî (NY), Yekîtiya Ewropa (YE) û Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkencê (CPT) ya ketina tevgerê wê xebatên dîplpmasî bikin û got: “Dewletên mîna Tirkiyeyê bi cihêkarî nêzîkî girtiyên siyasî dibin. Sûcdarên adil hatin berdan, girtiyên siyasî hê jî di girtîgehê de ne, jiyana wan di bin metirsiyê de ne. Em ê li gel malbatên girtiyan di nava piştevaniyê de bin.”

Konca diyar kir ku li Îranê cuda nêzî girtiyên Kurd dibin û hê jî li Îranê siyasetmedarên Kurd tên darvekirin. Konda got wê li dijî vê t êkoşînê bikin.

Piştî axaftina Konca metna bi zimanê Kurdî,Tirkî, Soranî, Elmanî hatibû amadekirin hate xwendin.

Saziyên ku di kampanyayê de cih digirin wiha ne:

Free Women’s Movement (TJA), Kurdish Women’s Movement – Europe (TJK-E), International Women’s Alliance (IWA), Women Democratic Front Pakistan (WDF), Ruba odeh Palestine, Abya Yala Feminists, National Front for Egyptian Women, Moroccan Association for Progressive Women, Revolutionary Association of the Women of Afghanistan RAWA, Collective of Support for Women Prisoners in Aragon (C.A.M.P.A.)