Rayedarê MÎT’ê ku plana komkujiya Parîsê kirî kî ye?

Kesê ku plana qetilkirina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylamez kirî, her wiha hema rayedarê MÎT’ê ye ku tevlî Hevdîtinên Osloyê bûyî. Qeydên deng  van agahiyan piştrast dikin..

Tîrmeh 2008

Cinêv a Swîsre

Hevdîtina pêşî ya di navbera nûnerên dewleta Tirk û PKK’ê de ku piştre bi navê ‘Hevdîtinên Osloyê’ hate binavkirin. Pêşdîtina pêşî ya ‘Hevdîtinên Osloyê’..

Piştî gelek hevdîtinên şandeya ku ji hevdîtinê re navbeynkarî kirî bi pejirandina Qendîlê û Enqerê li Cinêvê hevdîtina pêşî pêk tê.

Ev hevdîtin helbet ne hevdîtina pêşî ya di navbeyna Tirkiyê û PKK’ê de e. Beriya vê meha Îlon- Cotmehê, 2006’an li Enqere û Stenbolê, 1’ê Mijdara 2007’an jî li Brûkselê bi seroktiya Emre Taner a Şandeya Tirkiyê û aliyê Kurd ê bi seroktiya Sabrî Ok hevdîtin çêbûbûn.

Me di pirtûka bi navê ‘’2005-2015 Hevdîtinên Tirkiyê û PKK’ê’ de diyar kir ku ev hevdîtin kengî, çawa, li kûderê hatin kirin; biryarên çawa hatin standin, çima encam nestandin, alî bi kîjan armancan nêzîkî vê pêvajoyê bûbûn.

Dema ku me ev xebat kirî di pêvajoya hevdîtinan de derbarê komkuijyan û cînayetan jî em gihaştine agahiyên girîng. Agahiyeke herî balkêş jî  ya li ser Komkujiya Parîsê ye. Ango 9’ê Çile ya 2013’an li Parîsê qetilkirina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylamez..

Berfirehî agahî di pirtûkê de hene. Lê bi taybetî sûdewar e ku mirov li rola MÎT’ê ya di Komkujiya Parîsê de binere. Hînbûna rengê komkujiyê, dikare sûdeyekê li planên suîkastê yên rejîma AKP’ê yên li ser derdorên muxalîf ên Ewropayê bike, ku ku van rojên dawî ketiye rojevê.

Dîsa em diçine civîna Cinêvê ya  Tîrmeha 2008’an. Li ser masê Alîkarê Musteşarê Mîtê Afet Guneş (di hevditîna pêşî de bi navê Ayla Hanim tê nasandin) û li rex jî du rayedarên dî yên MÎT’ê hene. Yek ji van bi navê ‘Ozan’ tê nasandin. Helbet ev navên kod in. Ne mijara vê nivîsê ye bê ka di vê civînê de û di berdewa wê de çi hatine axaftin. Mijar; Komkujiya Parîsê û rayedarê MÎT’ê yê bi navê ‘Ozan’.

 ‘Ozan’ rayedarekî MÎT’ê ye ku di hemû hevdîtinên di navbera Dewleta Tirkiyê û PKK’ê de yên  Tîrmeha salên 2008’an û 2011’an de cih girtiye. Yek ji kadroyê sereke yê dewletê ye ku pêşî bi Afet Guneş re, piştre bi Hakan Fîdan re tevlî hemû hevdîtinên Osloyê, Brûkselê û Cinêvê bûye.

Li vir divê em kevanekê vekin. Di civîna dawî ya Tîrmeha 2011’an a Osloyê de Alîkarê Musteşarê MÎT’ê Muhammed Dervîşoglu jî hazir dibe. Dervîşoglu piştre dibe Musteşarê Ewlehiya Cameweriyê û 2013’an di pêvajoya Îmraliyê de, ku 2013’an dest pê dike, weke nûnerê herî rayedar ê dewletê cihê xwe digire. Dervîşoglu dema ku tê Osloyê li cem wî ‘Ozan’ hebû, dema ku diçe Îmraliyê ev şexs li cem bû yan na em nizanin.

Hevdîtinên Osloyê Tîrmeha 2011’an bi dawî bû. Mehên dawî yên 2011’an û sala 2012’an em bûne şahidê şerekî pir giran. 3’yê Çile yê 2013’an Ahmet Turk û Ayla Akat Ata li Îmraliyê bi Ocalan re rûniştin û wiha pêvajoyeke nû dest pê kir.

Lê hema piştî vê bi 6 rojan Sakîne Cansiz û du hevalên wê li Parîsê bi hovîtî hatin qetilkirin.

Ji bo ku mijar li hev belawela nebe ez ê bi berfirehî nekevim mijara komkujiyê û geşedanên piştî wê.

Çileya 2014’an dengê qeydeke kete ser înternetê. Lînka vê qeyda deng li vir e:

Di qeydê de tetîkêş Omer Guney bi 2 kesan re diaxive. Diyar e ku kesên diaxivin peywirdarên dewletê ne. Bi berfirehî diaxivin bê ka wê çawa suîkasê li siyasetmedarên Kurd bikin. Di nav axaftinê de navê Zubeyîr Aydar, Remzîl Kartal û Adem Uzun jî derbas dibe, ku di Hevdîtinên Osloyê de hebûn.

Di qeyda deng de em li 3 kesan guhdar dikin. Tetîkkêş Omer Guney, ‘Şexs 1’ û ‘Şexs 2’. Diyar e ku Şexs 1 bêhtir xweyî însîyatîv e.

Dewletê negot bê ka ev kes kî ne. Lê dema ku me Hevdîtinên Osloyê lêkola, em gihaştin wê encamê ku ev kes rayedarê MÎT’ê yê bi navê  kod ‘Ozan’ e. Ango; rayedarê MÎT’ê yê ku 3 salan tevlî hemû hevdîtinên di navbera Tirkiyê û PKK’ê de bûyî, ‘Ozan’ her wiha ew kes e ku suîkast li siyasetmedarên Kurd kiriye.

Em navê rast ê ‘Ozan’ nizanin. Em nizanin bê ka niha çi karî dike, niha li ser kîjan peywirê ye. Tenê Hakan Fîdan bi vê dizane!

Şahid û gelek delîl piştrast dikin, ê dengê ku plana cinayetê kirî ê ‘Ozan’ e. Saziyeke serbixwe bi analîza dengê Ozan dikare vê agahiyê teqez bike. Heke rêveberiya Enqerê dibêje, ‘na, ev ne ew e kes e’ naxwe divê nebe asteng ku analîza deng were kirin!

Baş e,  peywirdarekî dewletê ku di hemû hevditinên ji bo çareseriye meseleyeke girîng a Kurd cih girtî, bêyî agahiya Serokwezîr û Muşteşarê MÎT’ê dikare li Ewropayê plana cînayetê bike?