‘Qetilkirina jinan bi rengekî metirsîdar bûyer diyardeyeke rojaneyî’

Rêveberên rêxistinên taybet ên parastina mafê jinan dibêjin, “Yasaya bi navê ‘Namûs’ bi xwe şîdeteke li dijî jinan e, ji ber ku ji kujerên jinan re xizmetê dike.”

Bi giştî di nava çend salên dawî de û bi taybetî di nava hefteya bihorî de her roj çend bûyerên qetilkirin û xwekujiya jinan li tevahiya bajarên herêma Başûrê Kurdistanê û Iraqê tên tomarkirin. Rêxistinên parastina mafê jinan banga têkoşîna li dijî wan sûcan dikin.

Têkildarê zêdebûna rêjeya qetilkirin û neçarkirina jinan ji bo xwe bikujin û veguherîna wan bûyeran wek diyardeyeke rojaneyî, çend berpirsên rêxistinî û çalakvanên jinan ji ANF’ê re axivîn.

‘YASA DI LÊKOLÎNKIRINA DOSYAYÊN XWEKUJIYÊ YÊN JINAN BÊXEM E’

Berpirsa Ofîsa Rêxistina Hîwa ya Iraqî li Kerkûkê Sirûd Mihemed bal kişande ser zêdebûna rêjeya qetilkirina jinan û got, “Di dema bihorî û bi taybetî di 2 hefteyên derbasbûyî de hema bêje roj nîne ku dozek a qetilkirin û xwekuştina jinan nebe. Zêdebûna diyardeya xwekujiyê û qetilkirina jinan çavkaniya xwe ji çend sedemên wek serwerbûna hişmendiya zilamsalar di civakê de, zexta civakê û serwer nebûna yasa; ew hemû sedemên zêdebûna wan bûyeran e. Yasa bêxem e ango bi şêweyekî baş lêkolînê ji bo dosyayên wan jinan nake ku neçarî xwekujiyê hatine kirin. Pêwîst e ew kesên ku jinan neçarî xwekujiyê dikin bên cezakirin. Pir car malbat rê nade keç xwendina xwe xilas bikin yan jî astengiyan li pêşiya karkirina wan çêdikin. Her wiha rewşên wiha jî hene ku bi darê zorê keçan dizewicînin. Ew hemû zextane dibin sedema nexweşiya derûnî û keç bera xwe bidin xwekujiyê.”

‘BÊXEMIYA HIKUMETÊ SEDEMÊ ZÊDEBÛNA QETILKIRINA JINAN E’

 Sirûd Mihemed her wiha îşaret bi rola aliyên peywendîdar ya di derketina bûyerên xwekujiya jinan û qetilkirina wan kir û wiha pêde çû; “Mixabin heta niha hikumet ti hewldaneke xwe ya li beramberî wan hemû dosyayên qetilkirin û xwekuştina jinan nebûye û heta niha behsa daneyan nakin. Ne tenê li bajarê Kerkûkê belku li seranserê Iraq û herêma Kurdistanê, hikumet ji bo nêzîkbûn û çareserkirina wan dosyayên bi vî rengî xwedî stratejiyek nebûye. Zêdebûna vê diyardeyê ji ber bêxemiya hemû aliyên peywendîdar ên hikumetê ye.”

‘DESTHILATÊ KERKÛKÊ QEBÛL NAKE KU BEHSA BÎLANÇOYA QETILKIRINA JINAN BÊ DAYÎN’

Sirûdê ragihand ku nebûna bîlançoya fermî çavkaniya xwe ji serwerbûna hişmendiya zilamsalar digir ya li ser desthilat digire û got, “Pir caran wek rêxistinên jinan em hewl didin ji nêzîk ve dosyayên xwekujiyê yên jinan lêkolîn bikin, lê kesên çekdar hişyarî didin me û gefan li me dixwen û ti parastinek a rêxistinên jinan tune ye... li bajarê Kerkûkê rêxistinên jinan ên li bajêr heta nikarin behsa bîlançoya dosyayên xwe jî bikin, ji ber ku desthilatdariya li bajarê Kerkûkê qebûl nake.”

‘DEMA EM HEWL DIDIN LÊKOLÎNA DOSYAYÊN WAN JINAN BIKIN CENAZEYÊN WAN VEDIŞÊRIN’

Berpirsa Ofîsa Rêxistina Hîwa ya Iraqî li Kerkûkê Sirûd Mihemed di dawiyê de da zanîn tevî ku gelek dosyayên qetilkirina jinan tên veşartin lê bûyerên qetilkirina jinan bi awayeke rojane didomin û wiha dawî li axaftina xwe anî; “Dosyayên wisa li bajêr hene ku cenazeyên wan bêyî ku kes bizane hatine veşartin û tu kes nikare nêzîkê dosyayê jî bibe; ji ber ku ew kesên ku wan karan dikin girêdayî aliyên desthilat û çekdar in. Dema ku em hewldidin dosyayên wan jinên ku cenazeyên wan bi rengekî veşartî hatine veşartin lêkolîn bikin, heta ku destûrê dadwer peyda dikin ji bo veşartina dosyayê cihê gora wê tê guhertin da ku pêşiya lêkolînkirina wan bigirin.”

‘JIN NAXWAZIN SERÊ XWE LI BER HIŞMENDIYA ZILAMSALARÎ BITEWÎNIN’

 Şêwirmenda Civakî Şoxan Omer bal kişande ser sedemên zêdebûna rêjeya bûyerên qetilkirin û neçarkirina jinan ji bo xwekuştinê û diyar kir; “Mixabin roj nîne ku nûçeyên qetilkirin û xwekuştina jinan belav nebe. Ev jî çavkaniya xwe ji çend sedeman digire ku yek ji wana eve ku ev nifşa niha hişyar in û naxwazin serê xwe li ber ew hişmendiyê bitewînin ku li ser civakê serwer e. Sedemê din jî gefa elektronîkî ye, dema ku keç pywendiyên evîndarî çêdikin gefa belavkirina wêne yan jî tiştekî din ên wan li wan tê xwarin. Di encamê de li şûna ku dayik û bavê xwe agahdar bikin bera xwe didin xwekujiyê. Pir caran qetilkirina jinan vediguhere xwekujiyê.”

‘YASA BI NAVÊ NAMÛS BI XWE ŞÎDETEKE LI HEMBERÎ JINAN’

 Şoxanê her wiha destnîşan kir ku di civakê de hişmendiya zilamsalar ku hemû biryar bi destê zilam e serwer e û wiha axaftina xwe domand; “Pir caran ji ber ku jin dixwazin kar bikin yan jî bixwînin yan jî biryareke din bidin, lê zilam razî nebe; vê çaxê ew jin tên qetilkirin û piştre jî dibêjin ku ji ber mijara namûsê bûye ku ev yek jî ji bo ku zilam bi cezayên giran re rû bi rû neyê ye. Ji ber ku di yasaya Iraqê de dema ku jinek li ser mijara namûsê tê qetilkirin vê çaxê zilam cezayeke sivik lê tê birîn. Wate ev yasaye jî şîdete li hemberî jinan. Ji sedî 90’ê kujerên jinan dosyayên qetilkirina jinan vediguherînin mijara namûsê ku ji ceza standinê rizgar bibin.”

‘PÊWÎSTE EM PÊNGAVA HIŞYARKIRINÊ BIDIN DESTPÊKIRIN’

Şêwirmenda Civakî Şoxan Omer ji bo kêmkirina rêjeya metirsîdar a qetilkirina jinan jî ev nirxandin kir; “Daxwaza dikin ku di yasaya bi navê namûsê de guhertin bê çêkirin, her wiha pêwîste em di dibistanan de pêngava hişyarkirinê bidin destpêkirin. Ji ber ku di nava xwendevanan de gelek bûyerên xwekujiyê diqewimin. Her wiha divê ragihandin û zilamên ayînî bi erkên xwe yên hişyarkirina civakê rabin. Mixabin qetilkirina jinan bûye diyardeyek rojaneyî ku di nava rojekê de çend bûyerên wisa diqewimin.”

‘JI BER BÊ HÊVÎTIYÊ BERA XWE DIDIN XWEKUJIYÊ’

 Berpirsa Yekîtiya Jinên Kurdistanê Şaxa Kerkûkê Jiyan Hemîd jî di çarçoveya mijarê de wiha dest bi axaftina xwe kir; “Mixabin di nava çend salên bihorî de qetilkirina jinan di asteke metirsîdar de zêde bûye. Gelek ji wan jinên ku bera xwe didin xwekujiyê kesek nîne ku alîkariya wan bike. Ji bo wê jî pêwîste malbat ji aliyê derûnî ve alîkariya keçên xwe bikin. Ji ber ku em wek rêxistinên jinan nikarin xwe bigihînin hewara hemûyan. Her tim bi rêya civîn û semînaran me tekez kiriye ku pêwîste jin hişyar bin û hizra xwekuştinê neken. Ji ber ku her tim rêya çareseriyê heye.”

‘MALBAT JI BER BANDORA CIVAKÊ DOSYAYAN VEDIŞÊRIN’

Jiyanê da zanîn ku li navçeya wan hişmendiya zilamsalar serwer e û jin jî xwedî hêzeke têrker ê li hemberî wê bisekine nîne û got, “Dema ku destê wê nagihîje alîkariyê jî bera xwe didin xwekujiyê. Niha ti bîlançûyeke fermî têkildarê rêjeya wan jinên ku xwe dikujin yan jî neçarê xwekuştinê tên kirin tune ye. Ew jî ji ber vê yekê ye ku malbat ji ber şermê li hizrandina civakê dikin hewl didin dosyayan veşêrin û weke bûyerekê pênase bikin.”

‘YASA LI DIJÎ BERJEWENDIYA JINAN E’

Di berdewamiyê de jiyanê rexne li bêxembûna hikumetê ya li hemberî vê mijarê kir û wiha axaftina xwe berdewam kir; “Hikumeta û parlemeto di dosyayên qetilkirina jinan de bêxem û sûcbarin. Ji ber ku heta niha amade nînin ku yasaya li dijî şîdeta malbatê bipejirîne. Bi domdarî yasayên li dijî maf û berjewendiyên jinan tundtir dibin. Pir caran ku jinek tê qetilkirin malbata wê sûcê dikin mijarek bi navê namûsê da ku ji cezayê giran rizgar bibe.”

‘ROJANE JIN TÊN QETILKIRIN’

Berpirsa Yekîtiya Jinên Kurdistanê Şaxa Kerkûkê Jiyan Hemîd axaftina xwe bi vê bangê bi dawî kir; “Di bidestxistina mafên jinan de zilam alîkarî nakin. Di nava malbatê de û di rasayê de jî ji jinê re maf nayê dayin. Niha bi şêwazeke rojane jin tên qetilkirin û tên neçarkirin ku xwe bikujin. Ji bo pêşî li berfirehbûyîna vê diyardeya qetilkirin û xwekujiya jinan bê girtin, pêwîste ji bo avakirina malbat û civakeke tendirûst  pergala perwerdeyê bidin destpêkirin.