Polîsan êrîşî meşa jinan kir: 16 jin destgîrkirin

Li Îzmîrê polîsan êrîş bire ser meşa jinan a li dijî Peymana Stenbolê, 16 jin destgîrkirin. Jinên din ji bo yên hatine destgîrkirin bên berdan dest bi çalakiya rûniştinê kirin.

Plaftforma Jinan a Îzmîrê li dijî hedefkirina Peymana Stenbolê li pêşiya OSYM’ê a li semta Alsancakê dest bi meşê kirin. Polîsan rê neda meşê.

Polîsan êrîş bire ser jinên ku nerazîbûn nîşanî astengiyê dan û 16 jin destgîrkirin.

Jinên din ên li qadê jî ji bo jinên hatine destgîrkirin bên berdan dest bi çalakiya rûniştinê kirin.