Polîsan destûr nedan jinên ku xwestin Qirkirina Şengalê protesto bikin

Bi wesîleya salvegera 5’emîn a Qirkirina Şengalê Platforma Têkoşînê ya ji bo Jinên bi Darê Zorê Hatine Desteserkirin xwestin li Taksîmê çalakiyeke protestoyê li dar bixin. Polîsan çalakî asteng kirin.

Bi wesîleya salvegera 5’emîn a Qirkirina Şengalê Platforma Têkoşînê ya ji bo Jinên bi Darê Zorê Hatine Desteserkirin xwestin li Taksîmê çalakiyeke protestoyê li dar bixin. Polîsan destûr nedan çalakiyê.

Polîsan di destê sibehê de Qada Tunelê dorpêç kirin û bi darê zorê jin ji qadê bi dûr xistin.

Piştî astengkirinê jin çûn Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê û li wê derê civîneke çapemeniyê li dar xistin. Çalakgera TJA’yê Çîçek Ariç helwesta polîsan şermezar kir. Li ser navê platformê jî Hatîce Îpek daxuyanî xwend.

Di daxuyaniya platformê de hate gotin ku “Di 3’ê Tebaxa 2014’an de li pêş çavê cîhanê qetlîamek hate kirin û hê jî nêzî 3 hezar jinên Êzidî di destê çeteyan de ne. Ligel ku 5 sal ji ser vê qetlîamê derbas bûye divê Neteweyên Yekbûyî vê qetlîamê nas bike. Divê ev qetlîam were naskirin û ji bo pêkanîna edaleta wê Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî were avakirin.

Di heman demê de divê 3’ê Tebaxê bibe ‘Roja Têkoşînê ya li Dijî Qirkirina Jinan’. Heta ku jinek di destê çeteyan de be, yek ji me jî em ne azad in! Heta ku sûcdar hesabê vê qirkirinê bidin, wê têkoşîna me bidome.”