'PKK îro ji bo mirovahiyê bûye hêviya azadiyê'
PKK ji partiyeke Kurdistanî veguheriye partiyeke navneteweyî û ji bo tevahiya mirovahiyê bûye qibleya hêviya azadiyê. Gerîlayên azadiyê jî di oxira vê armancê de 46 sal in bênavber têdikoşin.
PKK ji partiyeke Kurdistanî veguheriye partiyeke navneteweyî û ji bo tevahiya mirovahiyê bûye qibleya hêviya azadiyê. Gerîlayên azadiyê jî di oxira vê armancê de 46 sal in bênavber têdikoşin.
Gerîlayên HPG'ê salvegera 46'an a damezrandina PKK'ê pîroz kirin û diyar kirin ku bi saya têkoşîna bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpê kir, Kurd hemû rabûn ser piyan.
Gerîlayê HPG'ê Mordem Efrîn: Partiya me PKK'ê 46 sal li pey xwe hişt û kete sala 47'an. Em vê roja bi wate û dîrokî li Rêber Apo, gerîlayên HPG û YJA Starê yên li çeperan, li tunelên şer têdikoşin û li gelê me pîroz dikin. Bêguman şert û mercên ku bûn sedema avabûna PKK'ê, bi taybetî ji bo gelê Kurd û Rojhilata Navîn pêvajoyeke girîng bû. Wê demê civak di nava zext, tundî û qirkirinê de bû. Rêber Apo di nava van şert û mercên zehmet de gavên destpêkê avêt û PKK ava kir. PKK bi komeke biçûk destpê kir; îro jî bû xwedî bi hezaran kadro, bi milyonan sempatîzan û dostan. Ev yek ji bo me gelekî bi wate ye. Di dîrokê de gelek tevgerên şoreşgerî rabûn, lê belê PKK xwedî cihekî cuda ye. PKK ku rastiya wê demê bi kûrahî nirxand û di nava gel de bû, li dijî modernîteya kapîtalîst şoreşeke civakî ava kir. Li ser bingeha felsefeya Rêber Apo hate nîşandan ku divê sosyalîzm li ser bingeheke rast bê rûniştandin. Ji ber vê yekê PKK'ê têkoşîna xwe heta niha dewam kir.
Bi taybetî li hemberî hêzên ku Kurdistan dagir kirine, di serî de li hemberî dewleta Tirk a dagirker têkoşiya. Dewleta Tirk îdîa dikir ku Kurd qedandiye, lê belê bi têkoşîna bi pêşengiya PKK'ê Kurd rabûn ser piyan. Gelê Kurd îro bi têkoşîna xwe pêşengiyê ji gelên cîhanê re dike. PKK ji bo mirovahiyê têdikoşe û mirovahî jî rizgariya xwe di nava PKK'ê de dibîne. Têkoşîna ku gerîla dimeşîne ji bo gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê ye. Gel jî ev têkoşîn weke têkoşîna xwe dît û xwedî lê derket. Gel bi meşa xwe piştgiriyê dide berxwedana gerîla. Têkoşîna 46 salan îro jî dewam dike û wê bi serketinê bi encam bibe. Bi piştgirî û biryardariya gel ev serketin wê zû bi dest bikeve. Sîstema modernîteya kapîtalîst wê hilweşe. PKK hêza gel e. Bi taybetî îro li Başûrê Kurdistanê, li Behdînanê şerekî li dijî mirovahiyê tê kirin. Ya ku gerîlayên HPG û YJA Starê li ser piyan dihêle hêza manewî û îdeolojîk a partiya wan PKK ye. Ew ji bo parastina gelên xwe canê xwe feda dikin. Gerîla nirxên mirovahiyê diparêzin. PKK ne tenê partiyeke Kurdan e, ew partiyeke gerdûnî ye û îro ji bo tevahiya mirovahiyê bûye hêviya azadiyê.
Gerîlayê HPG'ê Şahîn Botan: PKK partiyeke şehîdan e. PKK ji bo bîranîna hevrêyê me yê pêşeng şehîd Hakî Karer ji aliyê Rêberê me ve hate avakirin. Bi saya fedakariya Rêber Apo û şehîdên me heta roja îro me gelek destketî bi dest xistin. Naskirina PKK'ê û fêhmkirina rastiya wê gelekî girîng e. PKK tevgereke mirovahiyê ye. PKK xwedî li çand, ziman, gel û welatê xwe derket. Beriya PKK ava bibe bi navê Kurd û Kurdistanê tiştek nehatibûn hiştin. Kurd nikarîbûn bi zimanê xwe yê dayikê biaxivin, nikarîbûn bi çanda xwe bijîn.
Lê belê têkoşîna ku bi gotina 'Kurdistan mêtingeh e' ya Rêber Apo destpê kir îro gihîştiye nuqteyeke gelekî xurt. Dewleta Tirk bi piştgiriya hêzên emperyalîst êrîşî gelê Kurd û tevgerên wê yên azadîparêz dike. Lê belê li hemberî van êrîşan li tunelan hevrêyên me li ber xwe didin û fedakariya herî mezin dikin. Gelekî girîng e ku ev rastî bê fêhmkirin û di vê çarçoveyê de mirov bijîn.
Kesekî ku rastiyê nebîne nikare li hemberî dijmin têkoşîneke rast bimeşîne. Yên ku nikarin têkoşîneke rast bimeşînin jî di nava dijmin de asîmîle dibin, ji mirovahiyê, ziman, çand û nasnameya xwe dûr dikevin. Ji ber vê yekê jiyana bi PKK'ê re, PKK'bûyîn gelekî girîng e. Rêberê me partiyek ava kir ku nasname da gelê me. Îdeolojiya Rêber Apo îro li tevahiya cîhanê belav bûye û ji bo azadiya wî ya fîzîkî têkoşîn dewam dike. Şoreşa Rojava û têkoşîna li çar aliyên Kurdistanê rastiya PKK'ê ava kiriye. PKK tevgereke ku Kurdistanê û dîroka mirovahiyê di nava xwe de vedihewîne. Bêyî PKK'ê jiyan nabe. Yên ne PKK'yî ne bi dijminên Kurdan re hevkariyê dikin, xiyanetê li gelê xwe û welatê xwe dikin. Lê belê PKK û gerîla li ber vê dagirkeriyê radibin. PKK ne tenê tevgereke Kurd e, tevgereke navneteweyî ye. PKK nirxên mirovahiyê û çanda jiyana azad diparêze. Herî dawî salvegera damezrandina PKK'ê li Rêber Apo, şehîdên şoreşê, hemû hevrêyan û gelê me yê ku têkoşîna azadiyê dimeşîne pîroz dikim.