Koordînasyona PAJK'ê têkilî Hulya Kul (Şevîn Bîngol) û hevalên wê ku li Eyaleta Erzeromê şehîd bûne daxuyanî da. PAJK'ê diyar kir, "Têkoşîna me ya azadiya Kurdistanê, bi berdêla di ber azadiyê de, bi fedekarî û lehengiyan û mînakên têkoşînê yên bêhempa, di wê rêyê de ye ku serfiraziya ku gelê me heq dike, biafirîne. Bi hezaran lehengên bêmînak ên vê têkoşînê, bi keda xwe ya ku rêya jiyana azadiyê datînin, bi xislet û xweşkahiyên xwe, felsefeya me ya jiyanê, heqîqeta me û xeta me diyar kirine."
BI LEHENGÎ LI BER XWE DA Û ŞEHÎD BÛ
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Hevala me Şevîn Bîngol ku yek ji fermandara tevgera me ya azadiya jinê û artêşbûna jinê ye, li eyaleta Erzeromê, di şerê dijî dewleta Tirk a faşîst û artêşa wê de, bi dilêrî li ber xwe daye û şehîd bûye" û hate domandin, "Hevrê Şevîn yek ji wan milîtanên sereke ye, ya ji bo afirandina azadiya jinê û di ber azadiya gelê Kurd de şer dikir. Hevrêyeke me ya wiha ye ku jiyana xwe di ber azadiyê de dayî, di qadên leşkerî, îdeolojîk û gelek qadên têkoşînê de çalak bû. Hevrêya me Şevîn, bi dilsoziya xwe ya kûr a bi gelê xwe, welatê xwe û çanda xwe re, bi evîna xwe ya li azadiyê û bi têkoşîna xwe ya tûj a li bara dijmin, bûye yek ji mîlîtana mînak a dîroka me ya ku qet wê neyê jibîrkirin.
BI MILÎTANBÛNA XWE BÛ XWEDÎ RAWESTA HERÎ ÇALAK
Bi wêrekî, rawesta xwe ya biryardar, bi ezm û îdîaya xwe, bûye yek ji temsîla serketinê û milîtaniyê. Hevrê Şevîn di têkoşîna domdirêj a jiyana xwe de, li her qadê lê, milîtaniya PKK'ê û PAJK'ê bi rengekî radîkal geş kiriye, ji hevrêyên xwe re bûye mînak, bi rengekî xwedî îdîa pêşengiya azadiya jinê kiriye. Demên ku têkoşîna herî tûj hewce dikir, li qadên ku diviya lê bûye cihê xwe girt, bû xwedî rawesteke biryardar, pêşeng û şervan. Li dijî êrîş û polîtîkayên tinekirinê yên dijmin ji bo berevaniya gelê xwe, bi peywir û berpirsyariyên xwe rabû. Di her xebata ku di nav de bû, bi rengekî akfîf xwe tevlê bû, dema ku hewce dikir, li qadên herî germ ên şer dibû fermandara li herî pêş.
WÊ HESAB JI REJÎMA DEWLETA TIRK WERE PIRSÎN
Dijminê ku li Kurdistanê çavê wê li gelê me, li azadiya gelê me, li rastiya jiyan azad ku gerîla ava kirî bar nabe, hemû hebûna xwe li ser wê kiriye ku hebûna gerîla tine bike, bi geşkirina şer têkoşîna azadiya gelê me tine bike. Li dijî van êrîşan gerîla li ber xwe didin, jin li ber xwe didin, gelê me li ber xwe didin. Şehîdên me dibine sedema ku em têkoşînê geş bikin û ya ku wan nîvco hiştî rakin û bi rengekî tûjtir û bi biryar têbikoşin. Ji faşîzmê, ji rejîma dewleta Tirk a komkuj û qirker hesab tê pirsîn, wê were pirsîn. Têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd, têkoşîna azadiya jinê û destkeftiyên ku me afirandine, hatine asteke wiha ku mizgîniya serfiraziyê didin.
Di şexsê hevrê Şevîn de û hevrêyên me (Amargî Zîlda, Bahoz Welat, Dijwar Zagros) de ku bi hev re şehîd bûne, em careke dî sonda azadî û serfiraziyê li ber şehîdên şoreşê dixwin, em ê ji bo bîranîna wan Kurdistana azad û rastiya jiyana azad biafirînin. Di şexsê hevrê Şevîn de hemû şehîdê şoreşê em bi bîr tînin, em sersaxiyê didine gelê me û malbatê."