Piştgiriya bi Guneş re dewam dike

Yekîtiya Jinên Sosyalîst a Fransayê, ji bo piştgiriyê bide xaziya Pirsûsê Guneş Erzûrumlûoglû, şevek li Parîsê li dar xist.

Li Pirsûsê, dîktatoriya AKP-Erdogan bi destê DAIŞ'ê komkujiyek li dijî ciwanên SGDF'yî yên ji bo avakirina Kobanê bi rê ketibûn kiribû û di encamê de 33 ciwanên sosyalîst jiyana xwe ji dest dabûn. Guneş Erzûrûmlûoglû ji vê komkujiyê bi birîndarî rizgar bûbû, lê ji ber birîna wê giran bû diviyabû demeke dirêj bihata dermankirin.

Tedawiya Erzûrûmlûoglû li Swîsreyê dewam dike. Yekîtiya Jinên Sosyalîst a Fransayê bi alîkariya Şaredariya Mîtry Mory li salona şaredariyê şevek organîze kir. Şaredar û endamên meclîsa şaredariyê, jinên ji Femmes Solîdaîres, Maîson de Femmes û Tevgera Jinên Kurd tevlî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de paşengehek ji wêneyan hate vekirin û bi vî rengî bal hate kişandin ser komkujiyên ji aliyê DAIŞ-AKP'ê ve hatine kirin û rewşa Guneş Erzûrûmlûoglû. Bi navê Yekîtiya Jinên Sosyalîst û Yoûng Strûngle axaftin hate kirin û bang hate kirin ku piştgirî ji berxwedêrên li dijî faşîzma AKP'ê li ber xwe didin, bê dayin.

Şaredar Charlotte Blandîot Farîde anî ziman, ku divê piştevaniya jinê li her qadê hebe, ew li cem berxwedêrên li ber rejîma zordar a li Tirkiyeyê rabin cih digirin û işaret bi girîngiya xurtkirina piştevaniya jinê kir.

Jinên ciwan ên ji YS'ê jî bi pandomîmê qala komkujiya Pirsûsê kirin.

Herî dawî Grûp Piya derket ser dikê û stranên gelên Laz, Kurd, Tirk, Azerî, Balkan û Ereb got.

Şev bi banga piştevanî û têkoşînê qediya.