'Peymana Stenbolê divê bi cih bê anîn'

Piştevaniya Jinê ya Ewropayê bal kişand ser girîngiya Peymana Stenbolê û diyar kir, "Destketiya raperîna me ye." Piştevaniyê ji bo xwedîderketina li peymanê bang kir.

Piştevaniya Jinê ya Ewropayê li ser Peymana Stenbolê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, peyman li dijî tundiya mêr û sîstema kapîtalîst a bi serweriya mêr, destketiya raperîna jinên li qada navneteweyî ye û hate gotin, "Li welatên Ewropayê, ji bo peyman bi xurtî bi cih bê anîn, em bang li jinên antî faşîst û antî emperyalîst hemûyan dikin ku xwedî li Peymana Stenbolê derkevin."

Di daxuyaniyê de ji bo vê armancê jî hate destnîşankirin ku pêwîstî bi têkoşîneke xurt a jinan a antî faşîst û antî emperyalîst heye.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ji bo Peymana Stenbolê bi cih bê anîn, em bang li tevgera jinan a enternasyonalîst a navneteweyî dikin, ku li dijî tundiya li jinê xwe bispêre destketiyên xwe, xwe bipspêre mafên xwe yên azadî û wekheviyê û bi hêza ji wir wergirtî dakevin qadan."