‘Pergal ji bo destkeftiyên jinê ji dest bigre, di nava şerekî de ye'

Aktivîsta TJA’yê Hatîce Şen diyar kir ku di têkoşîna 40 salan a jinan de, gelek nirxên giranbuha derketin holê, ji hêla din ve dijmin jî ji bo van pîroziyan ji holê rabike, di nava şerekî de ye.

Tevbera Jinên Azad (TJA), xebatên xwe yên kampanyeya “Em xwe diparêzin” a di 15’ê Îlonê de, li dijî tecrîda li Îmraliyê, qirkirina siyasî, tacîz, tecawîz û zextên li ser zimanê zikmakî û baweriyan, dest pê kiribû didomîne. Aktivîsta TJA’yê Hatîce Şen têkildarî kampyayê axivî û anî ziman ku di têkoşîna 40 salan a jinan de, gelek nirxên giranbuha derketin holê, ji hêla din ve dijmin jî ji bo van pîroziyan ji holê rabike, di nava şerekî de ye.

‘TÊKOŞÎN XWEPARASTINÊ ESAS DIGIRE’

Şen da zanîn ku wekî tevgera jinê di 15’ê îlonê de, bi dirûşma “Em Xwe Diparêzin” kampanyayek da destpêkirin û wiha behsa kampanyayê kir: “Mabesta vê kampanyayê çi bû? Ev ji bo me gelekî girîng e. Ji xwe li Kurdistanê di vî warî de çandeke qedîm heye û têkoşîneke bêhempa tê dayîn. Ev têkoşîn di bingeha xwe de xweparastinê esas digire. Çawa di hemû zindîwaran de xwe parastin tiştekî xwezayîn be, em jî li ser van esasan, xwe parastinê li ser her tiştî re digirin.

Herî dawî di têkoşîna 40 salan a jinan de, gelek nirxên giranbuha derketin holê, ji hêla din ve dijmin jî ji bo van pîroziyan ji holê rabike, di nava şerekî de ye. Li dijî van êrîşan jî berxwedana jinê her ku diçe mezin dibe û ev nirxên ku bi keda jin û civakê derketine holê, bi têkoşîna jinê tên parastin.”

‘PERGAL DI ŞEXSÊ JIN Û ZAROKAN DE ÊRÎŞÎ HEMÛ QADÊN CIVAKÊ DIKE’

Şen destnîşan kir ku pergal dixwaze jinan û zarokan biçewisîne û wiha pêde çû: “ Di roja me ya îro de wekî her demên derbasbûyî, pergal dixwaze jinan û bi taybetî zarokan biçewisîne. Ev êrîşên li dijî jin û zarokan, di bingeha xwe de tacîz û tecawizê dihewînin. Heke ev helwesta pergalê bi gotinekî gelerî bê şênberkirin, mirov dikare wiha pênase bike: ‘Divê mar hêj piçûk e, serî bê pelçiqandin.’’ Di vê gotinê de rastiya êrîşên pergalê tê dîtin. Di rastiya vî şerê dewletê de jî tê dîtin ku hêj Kurd mezin nebûn, hêj zarok in divê serî li wan bê pelçiqandin. Dixwazin pêşeroja wan tarî bike. Di serî de jin û zarok êrîşê hemû civakê dikin.”

‘LI DIJÎ JINÊ Û XWEZAYÊ ÊRÎŞÊN HOVANE PÊK TÊN’

Şen bilêv kir ku ligel êrîşên li dijî civakê, êrîşeke hovane li dijî xwezayê jî heye û wiha axaftina xwe domand: “Çiyayê Cûdî, çiyayên Dêrsimê, bi mehan in ji bestê dewletê tê şewitandin. Dîsa şûnwarên wekî Heskîfê di binê avê de hiştin. Bi talankirina xweza û şûnwarên dîrokî re, hişmendiya Kurdan ji holê radikin. Di lêkolînên demên dawî yên li Keleha Zerzewanê de hatine kirin de, gelek berhemên jinê derketine holê. Ev şûnwarê dîrokî ya ku xwedî mabedeke Mîtraîzmê ye, 1 hezar û 500 berhemên aydê jinê hatine dîtin. Gelek caran haya me ji van nirxan tune ye, divê em parastina van nirxan bikin.”

‘KAMPANYA JIYAN Û HIŞMENDIYÊ ESAS DIGRE’

Şen bal kişande ser kampanyayê û ev tişt got: “Kampanyaya jinan li gelek bajar û navçeyan hat destpêkirin. Bi xwe re dengvedanek jî anî. Ev kampanyaya jiyan hişmendiyê esas digire. Du aliyên vê kampanyayê hene, yek li ser aliyê zayendî radiweste, di warê zanebûnê de xebat tên bi pêşxistin. Dîsa atolyeyên zanebûnê perwerde esas tê girtin. Yanî di her warî de polîtîkaya şerê taybet tê teşîrkirin. Dîsa tacîz û tecawîz çiye? Ev xalana derdikevin zanebûnê. Li gel van atolyeyan, atolyeyên karma jî tên li darxistin. Hem hevalên mêr û hem jî hevalên jin tevli van atolyeyan dibin. Em van atolyeyên bi hevalên mêr re tên li darxistin gelekî girîng dibînin. Ji hêlekê ve li dijî hişmendiya mêrane têkoşîn dayîn gelekî girîng e, ji hêla din ve guhertin û veguhertina mêr jî ji bo xwe gelekî girîng dibînin.”

‘KAMPANYAYÊ BI XWE RE HIŞMENDIYEK AVA KIR’

Şen îşaret bi xebatên kampanyayê kir û wiha dom kir: “Ligel van xebatan, xebatên me yên di nava esnafan de, dîsa li navçe û bi taybetî li gundan bi gel re xebatên gelek girîng tên meşandin û ev pir xebateke serkeftî jî bi xwe re tîne. Di vê pêvajoya ku nexweşî gelekî di nava civakê de zêde bûye, xebatên wiha ji bo rêxistinkirina civakê gelekî girîng in. Kampanyayeke wiha di sala 2004’an de jî di pêşengiya jinê de hatibû destpêkirin. Wê demê jî di civakê de xitimandinek hebû, bi vê kampanyayê re cara ewil li Kurdistanê jinan gotin ‘Em ne namûsa ti kesî ne, namûsa me azadiya me ye’ û vê kampanyayê bi xwe re hişmendiyek ava kir.”

‘TI KES NIKARE TÊKOŞÎNA JINAN ASTENG BIKIN’

Şen di dawiya axaftina xwe de bal kişan li ser polîtîkayên dewletê yên li ser jinê û civakê kir û wiha got: “Polîtîkaya dewletê ya esasî ew e dixwaze vîna jin û civakê bişkîne. Serokomar Erdogan bi xwe anî ziman ku jin jî be zarok jî be, wê tişta pêwîst bê kirin. Piştî van axaftinan, jin û zarok hatin revandin û bûyerên tacîzê her ku çû zêde bûn.

Piştî kampanyaya jinan bi pêş ket, her roj girtin û binçavkirinên TJA’yê berdewam kirin. Bi van êrîşan re xwestin kampanyayê vala derxin. Lê çi dikin bila bikin em ê têkoîna xwe berdewam bikin û wê nikaribin têkoşîna jinan asteng bikin.”