BI DÎMEN

'Pêngava rêxistina Sara bandoreke mezin li civakê kir'

Endama Rêveberiya Rêxistina Sara Nesriya Mehmûd diyar kir ku pêngava 'Em hêvî ne, em aştî ne' bandoreke mezin li civakê kiriye û got, her kes dixwaze qanûnên jinan û malbatî nas bikin.

RÊXISTINA SARA YA LI DIJÎ TUNDIYA LI SER JINÊ

Di 1’ê Tirmeha 2024'an de Rêxistina Sara ya li dijî tundiya li ser jinan bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihand ku wan li dijî tundiya li ser jinan û têkildarî hişyariya civakê bi dirûşmeya; 'Em Hevî Ne, Em Aşîtî Ne' li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hemleyek dane destpêkirin.

Rêxistina Sara di daxuyaniya xwe de diyar kiribû ku ev hemle wê li bajar, navçe û gundewarên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê du mehan berdewam bike. Her wiha armanca wan ji vê hemleyê ew e ku têkildarî tundiya di nava civakê de hişyariyek were dayîn û ji civakê re danasîna zagonên malbatî ne.

Ev mehek û 9 roj in hemle berdewam dike. Endama Rêveberiya Rêxistina Sara Nesriya Mehmûd têkildarî hemleyê ji ANF'ê re axivî û ev yek anîn ziman: ‘’Hemleya me ya hişyarya ji bo civakê ya têkildarî  li dijî tundiya li ser jinan berdwam dike ku me hemle di 1’ê Tîrmeha 2024’an de dabû destpêkirin û wê heya 1’ê Îlona 2024’an jî berdewam bike. Di vê hemleyê de herî zêde me xwest em herêmên ku pêkhateyên Ereb lê zêde ne, bigirin dest. Her wiha li herêmên berbehs heya niha jî ji aliyê gelek kesan ve zagonên malbatî nayên zanîn.’’

Nesriya di dewama axaftina xwe de anî ziman ku ew derbasî malan dibin û semînerên xwe li dar dixin û got: ‘’Girêdayî hemleyê em derbasî gundan dibin û li wir jî em mal bi mal digerin. Em li gundan welatiyan li hev dicivînin û semînerên têkildarî li dijî tundiya li ser jinan li dar dixin û girêdayî mijarê welatiyan hişyar dikin. Her wiha em li wir zagonên malbatî li gel hemû bendên wê  ji wan re şîrove jî dikin. Em dibînin ku ji bo hemleyê eleqeyeke mezin heye û beşdarbûneke zêde jî çêdibe. Welatî jî dixwazin zagonên malbatî, Rêxistina Sara û karên wê ji nêz ve nas bikin. Armanca me ew e ku ji hemû welatiyên herêmê re van zagonan bidin naskirin da ku jin bizanibin ku zagonek heye û parastina wan dike.’’

Nesriya di nava axaftina xwe de diyar kir ku projeya wan a vekirina Ofîsa Rêxistina Sara ya li bajarê Reqa berdewam dike û got: ‘’Li bajarê Reqa jî em amadekariyên vekirina Ofîsa Rêxistina Sara dikin. Her wiha bi rastî jî Reqa bajareke wisa ye ku bi zîhniyeta DAÎŞ’ê re rû bi rû maye. Ji bo ku ev yek were derbaskirin û jinên bajarê Reqa têkildarî mijarê werin hişyarkirin xebatên me bênavber berdewam dikin. Armanca me jî ew e ku em xwe bigihînin hemû jinên li herêmê û alikariya wan bikin.’’

Endama Rêveberiya Rêxistina Sara Nesriya Mehmûd di dawiya axaftina xwe de tekez kir ku di vê hemleyê de xebateke mezin û giran tê meşandin û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: ‘’Ev mehek û çend roj in ku  hemû komîteyên rêxistinan û hemû ofîsên xwe li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xebatek mezin û giran dane destpêkirin. Her wiha vê hemleyê bandoreke mezin li civakê kir.’’