Parlamenteriya Aydogan a HDP’yî  hate xistin

Parlamenteriya parlamentera HDP’ê ya Amedê Nûrsel Aydogan, piştî li Meclîsê tezkere hat xwedin hat xistin.

Piştî ku Nûrsel Aydogan di rojên bihurî de hate berdan û şûnde, dîsa di derbarê wê de biryara girtinê hatibû dayîn.

Piştî 4 sal û 8 meh û 7 roj cezayê girtîgehê li parlamentera HDP'ê ya Amedê Nûrsel Aydogan hat birin û ev ceza hat erêkirin parlementeriya Aydogan hat xistin. Biryar li meclîsê hat xwendin. Parlamenterên HDP'ê biryar şermezar kirin û bertekên xwe diyar kirin. Li hemberî vê yekê koma HDP'ê salon terk kir û bertek nîşanî helwesta meclîsê dan.

Piştî ku cezayê Hevserok Giştî ya HDP’ê û Parlementera HDP’ê ya Wanê Fîgen Yuksekdag ji aliyê darazê ve hate erêkirin û şûnde jî parlemeteriya wê hatibû xistin.