PAJK’ê Berçem Cîlo bi bîr anî

Koordînasyona PAJK’ê Berçem Cîlo, ku li Amedê şehîd bû bi bîr anî.

Koordînasyona PAJK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî  Nusrel Oktay a bi navê kod Berçem Cîlo ku 20’ê Cotmehê li Amedê bi 4 gerîlayan re şehîd bûyî bi bîr anî.

Di daxuyaniya Koordînasyona PAJK’ê de hate gotin, "Weke hevrê Şehîd Bêrîtan-Gulnaz Karataş hevrê Berçem Cîlo jî beriya bi 24 salan bûyina jina azad li çiyayên serhildêr a çiyayên Zagrosê pêk aniye û li mekanê hevrê Bêrîtan, li Xakurkê ev geş kiriye."

Daxuyaniya PAJK’ê wiha ye:

"Em di pêvajoyeke wiha de ne ku li çar parçeyên Kurdistanê şerekî giran û berfireh heye. Têkoşîna me ya azadiyê ya ku bi pêşengiya jina Kurd didome, pergala qirker a Çandî ya ku li ser Kurdan tê meşandin aniye rewşeke wiha ku êdî nema bikaribe were domandin. Dewleta TC’ê ya ku pergala qirkirina çandî sazkar dike û dixwaze gelê Kurd û cografyaya wê di nav şertên mêtingeriya nû de bihêle, faşîzma hikûmeta AKP’ê û Erdogan lîdertiya vê dike. Di encama vê de şerê azadiyê ya Kurdistanê li Bakurê Kurdistanê di nav têkoşîneke dijwar de ye û gerîla pêşengiyê ji vî şerê azadiyê re dike. Rejîma faşîst a AKP’ê ku tecrîda giran a ku di dîrokê de mînakên wê kêm in li ser Rêber Apo pêk tîne, bi vî şerê li dijî gerîlayê azadiyê yên Kurd dixwaze gelê Kurd radest bigire. Rastiya jina azad ku şerê rûmet û azadiyê li ser biryardariya bingeha nasnameya azad a Kurd û Rêbertiya azad pêşwazî dike, li her devera ku lê ye, vediguhere kana şanaziyê û bi vî rengî pêşengiyê dike, karekterê berxwedanê diyar dike, bi rista ku bibe mîsogeriya serfiraziyê radibe.

Meha Cotmehê bûye biryardariya pêgirîbûna bi dîroka jinê, nasnameya jinên Kurd, bi welat, nirxên maddî û manewî yên ku civaka dîrokî derxistiye holê, xwebûna hemû jinan û wiha bi bûyina meha şehîdan watedar bûye. Bû biryardariya jiyana azad ku bi pêşengiya jinê şer tê kirin, di nav şer de jina Kurd xwe ji xweliya xwe diafirîne, xweşik dibe, dibe kana hezkirinê, hêza çareseriyê ya hemû civakê, kirdeya avakirinê. Di vê pêvajoya dîrokî de ku li hemû parçeyên Kurdistanê tê jiyîn, pêvajoya ku ev biryardarî rabûye ser piyan tê jiyîn. Kurdistan, weke jina Kurd dixwaze bibe xwe. Li dijî ferzkirin, tundî û desteserkirinê serî radike. Li dijî pergala zilam serwer a dewletparêz-destilatdarîparêz ku di şexsê Rêber Apo de dixwaze raperînên azadiyê bi polîtîkayên tecrîdê asteng bike, jina Kurd li her devera ku lê ye, bi avakirina çareseriya civaka demokratîk ku pergala azadiya jinê ye, bi parastina vê, bi rê li ber vekirina vê dibe bersiv.

Têkoşîna azadiya jinê ku di serî de li Bakurê Kurdistanê li hemû cografyaya Kurdistanê belav dibe, di serî de li dijî şerê qirkirina çandî ya êrîşên AKP-MHP’’ê ya faşîst, li dijî êrîşên hegemonîk ên hêzên paramîlîter û dewletî ku xwe dispêrin serweriya zilam û desthilatdarîxwaz, di xeta fedaî de bersivê dide. Pîvanên jina azad ku hevrê Sakîne Cansiz hevîrtirşiya wê kiriye, Zîlan geş kiriye û bi hezaran jinên şehîd têkneçûyî kirine, dijminên jinan û dijminên Kurdan têk dişikîne. Bersiva ku beriya niha bi 26 salan Gulnaz Karataş dayî mêtingeriyê di dema niha de jî, li herêma Licê ya Amedê di şexsê Berçem Cîlo de pêk hatiye.

Weke hevrê Şehîd Bêrîtan-Gulnaz Karataş hevrê Berçem Cîlojî beriya bi 24 salan bûyina jina azad li çiyayên serhildêr a çiyayên Zagrosê pêk aniye û li mekanê hevrê Bêrîtan, li Xakurkê ev geş kiriye. Ew di welatparêziya Geverê de gihaye, bi gewhera PKK’ê hatiye standin, bûye micewhera ku tim dibiriqe. Hevrê Berçem Cîlo bi helwesta xeta jina azad ku di şexsê xwe de pêk aniye, fermandarbûna jina pêşeng di her qadê de di asta herî bilind de temsîl kiriye. Hevrê Berçem, di nav têkoşîna me de bûye kana pakbûn û dirûstbûna melekan ku Rêber Apo ev weke pîvana jina azad diyar kiribû. Di kêliyên herî dijwar de, di mekanên herî zor de bûye hêza biryarê, çareseriyê û bûye navenda moralê. Hevrê Berçem ku pêşengiya fermandarbûna jinê kiriye, bi taybetmendiyên ku şexsê xwe de ava kirî her cure zayendîparêziya civakî, qalibên wê yên hişmendiyê parçe kiriye û nêzîktêdayinên zilam-serweriyê rûxandiye. Bi helwesta jina azad a ku di qadên şer de nîşan dayî bûye navê wê baweriya ku hemû şervan bi vîna jinê bawer bikin. Ev asta ku di şexsê xwe de pêk anî, bi tevlêbûna xwe ya jidil, sirûştî, bi degeliya xwe, bi hişmendiya berpirsyariya xurt û bi gewherê xweşik ê jinê pêk aniye. Heval Berçem ku ji dema destpêkê ve li qadên herî dijwar ê şer maye, ev pêvajoya ku pêşengiya wê kiriye jî bi berpiryariyên mezin bi cih aniye. Bûye xwedî şêwazeke fermandar ku hêza xwe motîve dike, perwerde dike, diparêze û beriya her tiştî jî gerîlatiyê bi rengê jiyanê dijî û dide jiyîn. Bi karekterê xwe yê çalakger ku li gorî sirûşta şer bit eşe dibe fermandara me bûye navekî wiha yê serketî û pêbawer.

Hevrê Berçem Cîlo di operasyona berfireh a artêşa TC’ê ya mêtinger de, ya li Eyaleta Amedê şehîd bûyî, weke endama Meclîsa PAJK’ê di şer û jiyanê de rêgezên jina azad, hewlesta têkoşînê û xeta fedaî bê kêmasî bi cih aniye û xeleke nû li rêça me ya têkoşînê zêde kiriye. Bersiva me wê ji ji xeta jina azad, welatê azad re ku di şexsê heval Berçem de derketiye holê, wê bi geşkirina partîbûna PAJK’ê domdarkirina wê be. Em ê vî şerê dijwar, bi derxistina holê ya şêwaza serkeftine ya gelan û jinan pêşwazî bikin. Di nav vê çarçoweyê de di şexsê heval Berçem de, di serî de malbatên hevalên me yên ku di vê pêvajoyê de şehîd bûne, em sersaxiyê didine hemû gelê Kurdistanê, biryardariya tacîdarkirina bi serfiraziyê ya xeta şehîdan careke dî diyar dikin."