PAJK: Bêrîtan derbeya li dijî hevkariyê dayî ye

Koordînasyona PAJK’ê ya têkildarî salevegera şehîdbûna Gulnaz Karataş (Bêrîtan) daxuyaniyek da got: “Çalakiya hevrê Bêrîtan, veguherî artêşbûna jinê.”

Koordînasyona PAJK’ê ya têkildarî salvegera şehîdbûna Gulnaz Karataş (Bêrîtan) daxuyaniyek da ev got: “Bi berxwedan û serhildana ku Bêrîtan û yên li pey wê kirin, hemû parçeyên Kurdistanê bûne yek bûne yek beden. Ev berxwedana bi heybet a li çiya, gelî, bajar û gundên Kurdistanê tên kirin, bi berxwedanên kolanan ên cîhanê re dibe yek.

PAJK’ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser van xisûsan:

“Dîroka azadiya jinê ya Tevgera Azadiya Jinê ji bûyerên dîrok nivîsandî tije ne. Jinên Kurdistanî ji bo ev bûyer bibin sazîbûn, têkoşîneke hevpar dikin. Her hevrêyeke jin gava avêtî, ji bo yên pey bûye hêz. Jinan bi hêza ku ji yek girtine, kom kiriye û gihandîne roja îro û ji bo sibe gavên mezintir avêtine. 25’ê Cotmeha 1992'an şehîdbûna hevrê Bêrîtan (Gulnaz Karataş) yek ji van bûyeran e.

Hevrê Bêrîtan di dîroka Tevgera Azadiya Jinê de şopên kûr avakiriye. Îdeolojiya Azadiya Jinê ev şop kir ku artêşbûna milîtanên azadiyê bê avakirin. Di têkbirina şerê 1992’an a li gel PDK’ê ya bi hevkariya Tirkiyeyê re êrîş kirin, xeta berxwedanê ya çalakiya hevrê Bêrîtan a diyarker bû.

Di vî şerî de li ser bangên ‘teslîm’ bibe hevrê Bêrîtan bi qîrkirina ‘Em ewladên leheng ên vî gelî ne’ heta guleya dawî şer kir. Piştre jî ji bo çeka wê nekeve destê dijmin parçe kir û piştre jî bedena xwe mîna çekekê bikar anî û xwe ji zinaran avêt xwar. Ev çalakî bi dahûrandinên îdeolojî-sosyolojî yên Rêber apo re veguherî avakariyeke nû.

BÊRÎTAN ÎDEOLOJIYA ARTÊŞBÛNA JINÊ YE

Di îdeolojiya azadiyê ya jinê ya PKK’ê de her wiha qezençkirina karekterekî milîtanî rola hevrê Bêrîtan mezin e. Berxwedana ku 25’ê Cotmeha 1992’an a li dijî Kurdê hevkar û dagirkeran hate dayîn, ronahî daye roja îro. Çalakiya hevrê Bêrîtan, veguheriye artêşbûna jinê. Îro artêşbûna jinê ku ketine nava civaka Kurdistanê, gihiştiye asta biryardariya xweparastinê. Hevrê Bêrîtan nasnameya xwe ya ferdî, gihandiye civakê.

Niha ev kesayet û nasnemeya azad li Heftanînê li dijî dewleta Tirk û hevkarên wê têkoşînê dike. Şopdarên Bêrîtan Esmeran, Nûrcanan Kurdistanê ji dijmin diparêzin. Carekî din da nîşandan ku jinên Kurdistanî û Rojhilata Navîn berxwedaneke çawa dikin.

“Bi berxwedan û serhildana ku Bêrîtan û yên li pey wê kirin, hemû parçeyên Kurdistanê bûne yek bûne yek beden. Ev berxwedana bi heybet a li çiya, gelî, bajar û gundên Kurdistanê tên kirin, bi berxwedanên kolanan ên cîhanê re dibe yek. Niha bi tevgerên jin ên cînanê re gihiştiye formeke ku çalakiyan û civînan bikin, Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê bûye çavkaniya îlhamê ya têkoşîna jinên cîhanê.

Di sîrî de hevrê di şexê hevrê Bêrîtan şehîdên Cotmehê Azîme, Rewşen, Gurbetellî Ersoz, Meryem Çolak, Çîçek Gabar, Zinarîn Dêrik, Arîn Mîrkan, Gulnaz Ege, Andrea Wolf, Çerkez Hêlîn, Canda Turk, Rojîn Gewda, Legerîn Çiya, Hevrîn Xelef, Yadê Aqîdyan de hemû şehîdên Kurdistanê bi rêzdarî bibîr tînin û girêdanbûna xwe wan re dubare dikin.”