BI DÎMEN

Omêd Berojkî: Dadgehkirina me siyasî bû

Rojnameger û çalakvanê devera Behdînanê Omêd Berojkî got: “Desthilata PDK’yê desthilateke xerab û sitemkar e.”

Omêd Berojkî yek ji wan zîndaniyên Behdînanê ye ku di 21’ê Tebaxa 2020’an de hatibû destgîrkirin. Berojkî piştî salek û şeş mehan di 22’yê Sibata 2022’yan de serbest hate berdan.

Destgîrkirina Omêd Berojkî piştî wê nivîsa wî hatibû ku li ser cezadana Şêrwan Şêrwanî hatibû nivîsîn û tê de Mesrûr Barzanî bi cezadana Şêrwan Şêrwanî tawanbar kiribû û gotibû: “Heta kengî tu yê bi zihniyeta leşekrî desthilatê bi ser zîndaniyan de cî bi cî bikî? Taxim û qrawat nikare zihniyeta te ya leşkerî veşêre.”

Omêd Berojkî têkildarî girtiyên Behdînanê û ew îşkence û zilma ku PDK’yê li hemebr wan kiriye, ji ANF’yê re axivî.

‘ZILMEK BÛ LI DENGÊ AZAD’

Omêd Berojkî têkildarî destgîrkirina çalakvan û rojnamegerên Behdînanê wiha got: “Zîndanîkirina girtiyên Behdînanê tenê zîndanîkirina çend kesan nebû, berevajî, zilmek bû li dengê azad ê hemû gelê Behdînanê. Ji ber ku girtiyên Behdînanê tenê nûnerên xwe nebûn, her wiha nûnerên dengê opozîsyona rasteqîne ya devera Behdînanê bûn. Destgîrkirina me zilmek bû li hember hemû gelê Behdînanê.”

‘PDK’YÊ SERHILDANA GEL HEZM NEKIR’

Berojkî da xuyakirin ku hikûmet û desthilata PDK’yê bi destgîrkirina çalakvan û rojnamegeran xala reş li rûyê xwe daye û got ku partiya desthilatdar a li Behdînanê hezm nekir ku ew qas çalakvanên siyasî û rojnameger werin ser kolanan û daxwaza mafên xwe bikin. Lewma bi hincetên cuda ev çalakvanên siyasî û rojnameger destgîr kirin. Hikûmeta PDK’yê serhildana gel hezm nekir.
Berojkî amaje bi desthilatdariya PDK’yê ya li Behdînanê kir û wiha domand: “PDK bi tu awayî li hêviya wê yekê nebû ku çalakvanên siyasî û rojnameger birijin ser kolanan û daxwaza mafên xwe yên rewa bikin. PDK Behdînanê wek milkê xwe qebûl dike, lê di rastiyê de tiştekî wisa tune ye. Behdînan milkê gelê Behdînanê ye, ne ku milkê partî û malbatekê. Ji ber vê yekê gava ku PDK’yê dît ku êdî gelê vê deverê hişyar bûye û lîstikên wê yên çepel dîtine û êdî li hember wan disekine, jê re pir giran hat. Lewma dest bi destgîrkirin û tirsandina çalakvan û rojnamegerên Behdînanê kir.”

‘LI SER AZADIYA RADERBIRÎNÊ GELEK KES HATIN REVANDIN Û DESTGÎRKIRIN’

Berojkî di berdewamiya axaftina xwe de da diyarkirin ku gelek kes hatine revandin û destgîrkirin û wiha berdewam kir: “Di sala 2020’an de nêzîkî 80 kes hatin destgîrkirin, tenê ji ber mijarên siyasî û azadiya raderbirînê. Ev yek jî xaleke reş e li eniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û bi taybetî ji bo PDK’yê.”

‘DADGEHKIRINA ME SIYASÎ BÛ’

Berojkî da zanîn ku dadgehkirina wan siyasî bûye û têkildarî vê yekê ev tişt anîn ziman: “Pêvajoya destgîrkirina girtiyên Behdînanê bû sedema hejandina pozîsyona desthilatdariya li Behdînanê. Ji ber ku ji bo doza girtiyên Behdînanê tu bingeheke qanûnî tune bû, çend sedemên siyasî li pişt vê dozê hebûn. Çinku bi temamî siyasî bû, çend kesan destê xwe di vê dozê werdabû. Em di 19’ê 2020’an bi Bedel Berwarî re hatin destgîrkirin, piştre hin hevalên me yên din wekî Şêrwan Şêrwanî, Mela Şivan Seîd, Guhdar Zêbarî, Eyas Kerem, Harîwan Îsa, Qehreman Şukrî û gelek hevalên din hatin destgîrkirin. Hin ji van hevalên me 6 sal ceza li wan hate birîn, ez jî sê sal û şeş mehan hatim zîndanîkirin. Dadgehkirina me siyasî bû.”

‘DESTHILATEKE XERAB Û SITEMKAR E’

Berojkî da zanîn ku desthilata PDK’yê desthilateke xerab û sitemkar eû ev tişt li axatina xwe zêde kirin: “Bi fikira min ev desthilat ji bo vê xakê û ji bo vî gelî xerab e, desthilateke xerab û sitemkar e. Sitemeke mezin li gel dike. Gelê Behdînanê gelekî niştimanperwer e û di demên berê de ji bo xaka Kurdistanê gelek êş kişandine, lewma divê desthilat di zihniyeta xwe de guherînekê çêke.”

Berojkî di dawiya axaftina xwe de spasiya hemû parêzerên dildar, çalakvan û rojnamegeran kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Kêfxweş im ku ev doz bûye dozeke navneteweyî. Bo nimûne koma parêzerên vê dozê li Amerîkayê hatin xelatkirin. Ev yek cihê şanaziyê ye ji bo hemû parêzerên dildar, cihê şanaziyê ye ji bo min û hemû dengên azad ên Behdînan û Kurdistanê. Li ser navê xwe ez spasiya wan hemû parêzerên dildar dikim ku em parastin û spasiya hemû gelê Kurdistanê dikim ku piştivanên me bûn.”