Nivîskar Ceyran: Bila çavê me li ser hovitiya li Êlihê be

Nivîskar Mehtap Ceyran got berpirsyariya tecawiza li keça bi navê G. a Êlihê dewlet e û divê çavê her kesî li ser vê hovîtiyê be.

Nivîskar Mehtap Ceyran ku salên 90’î dema ku hê zarok bû şahidî li kuştinên Hîzbûllahê, xwekuştina jinan û tundiya dewletê kirî bi romana xwe ya bi navê 'Mevsîm Yas' (Demsal Şîn e) vegotibû. Ceyran diyar kir li Êlihê tecawiz û tundiya bi destê dewletê berdewam dike.

Ceyran diyar kir, her roj dema ku nû çavê xwe vedikin li rastî nûçeyên tacîz, tecawîz û kuştinên jinan tên û got: "Sedemên vê yên sosyolojîk û siyasî hene. Sedema siyasî bêcezahiştin e. Sedema sosyolojîk jî meseleya desthilatdariyê ye."

Ceyran ragihand, di mijara tundiya li jinê de sedemeke sereke ew e ku ti lêgerîneke çareseriyê nîn e û her wiha reflekseke civakî jî nayê nîşanda û got, "di vê mijarê de rêxistinên jinan û saziyên civakî rola xwe bi cih nayînin an jî nahêlin rola xwe bi cih bînin."

Ceyran her wiha diyar kir ku di sûcên zayendî de sîstema cezayê jî tecawizê teşwîq dike.

Ceyran herî dawî got: "Bûyera tecawîzê ya sîstematîk a bi ser keça bi navê G. de ku 30 kesî tecawîz lê kiriye bi rastî jî pir girîng e. Ez dixwazim bang li hemû hunermend, wêjekar, rewşenbîrên vî welatî bikim û bêjim, bila çavê me hemûyan li ser vê bûyerê be. Hewce bike werin Êlihê û li salona dadgehê hazir bin."