'Newroza 2017’an bû ew Newroza ku AKP-MHP'ê çok danîn'

KJK: Newroza 2017’an a ku li Kurdistanê û hemû dinyayê hatî pîrozkirin bûye Newroza ku hevalbendiya AKP-MHP’ê çok daniye…Zalim li Kurdistanê têk çûn, vîna azad a gelê me bi ser ket.

Koordînasyona KJK’ê têkildarî pîrozbahiyê Newrozê daxuyaniyek da û got: "Helwesta berxwedêrên xweseriya demokratîk a Cizîra Botan ku heta hilma xwe ya dawî li dijî her cure êrîşa dijmin bedena xwe kirin bend û li dijî planên wan ên çokşikandinê rawestiyan, meşa azadiyê ya berxwederên xweseriya demokratîk a ku digotin encam her çi jî be wê bêhempa be û li gel hemû bêderfetiyan ber bi serfiraziyê ve dimeşiyan, pêngaveke nû li têkoşîna azadiya Kurd zêde kiriye. Gotina hevrê Zeryan ku di berxwedana gel a Şirnexê de gotî, 'em ne aştiyê azadiyê dixwazin' careke din di rûyê dijmin de gotiye bêyî ku azadî hebe jiyana nabe. Bi vê wateyê berxwedanên Nisêbîn, Gever, Cizîra Botan û Sûrê bûne xelekên berxwedanê yên ku hev xurt dikin û dirûşma Newroza îsal diyar kirine. Cejna Newrozê starta saleke Newrozê daye ku xweseriya demokratîk a ku li Bakurê Kurdistanê dest pê kiriye li her deverê hatiye berzkirin, li dijî planên dijmin ên çok danîne kiriye ku dijmin çok deyne. Bûye derbirîna wê ku li çi cihê ku Kurd lê hebin statûya hiqûqî wê bi xweseriya demokratîk pêk were, hemû têkoşîna me wê di nav vê çarçoweyê de diyar bibe. Di hemû Newrozên çar parçeyên Kurdistanê de, li Ewropa, Rûsya, Japonya, Emerîkaya Latîn gelê me hebûna xwe di hebûna Rêbertî de dîtiye. Di hemû pîrozbahiyên Newrozê de gelê me dirûşma 'Bijî Serok Apo, PKK gel e gel li vir e' berz kiriye."

LI ROJAVA BI GIYANÊ YEKÎTIYA DEMOKRATÎK HATE AVAKIRIN

KJK’ê bi berdewamî wiha got:

"Li hemû bajarên Rojava Newroz êdî ji cejna Kurdan wêdetir hatiye pîrozkirin. Weke Federasyona Bakurê Sûriyê hatiye pîrozkirin. Ji Dêrikê ta bi Serêkaniyê, ji Kobanê ta bi Efrîn, Heleb, Minbic, Şehba, Şam û Lazkiyê bi gelên herêmê re weke cejna neteweya demokratîk hatiye pîrozkirin. Li dijî modernîteya kapîtalîst ku gelan dabeş dikin û wan li hev dikine dijmin, komên Ereb, Suryan, Kildan, Ermen cejna berxwedanê ya Kurd bi giyanê jiyana hevpar û demokratîk pîroz kirine.

LI ROJHILAT HESRETA LI RÊBERTÎ Û AZADIYA JINÊ HATE VEGOTIN

Gelê me yê Rojhilat bi çanda neteweya demokratîk Newroz pîroz kiriye, bêrîkirina xwe ya li Rêbertî, azadiya jinê û demokratîkbûnê diyar kiriye.

LI BAŞÛR BI AZWERIYA YEKÎTIYA NETEWEYÎ HATE PÎROZKIRIN

Li Başûrê Kurdistanê ji Kerkûkê ta bi Silêmanî û ji wir ta bi Tuzxurmatû di pîrozbahiyên Newrozê de daxwaza yekîtiya neteweyî û demokratîkbûnê derketiye pêş û wiha hatiye pîrozkirin. Gelê me yên li gel hemû êşan li ser piyan mayî û xwedî li raçînaka çandî derketî, bawerî û dilsozbûna xwe ya bi Rêbertî, ya bi şoreşa azadiya jinê diyar kiriye. Gelê me yê Başûrê Kurdistanê di Newroza îsal de çareseriya krîza siyasî, ekonomîk û sosyal di felsefeya Rêber Apo de dîtiye û baweriya xwe ya bi vê nîşan daye. Ji bo vê jî bûye çem û herikiye cihên ku gerîla lê hene. Di  Newrozên Kerkûkê û Qendîlê di serî de gelê me yê Başûrê Kurdistamnê sedema li çar parçeyên Kurdistanê ya vê tevlêbûnê ev bûye. Rêbertî û tevgera me hêviya serfirazî û azadiyê ye. Newroza Qendîlê bûye Newroza yekîtiya neteweya demokratîk ku yekîtiya neteweyî lê berz bûye. Li gel her cure êrîşên dewleta Tirk û hevkarên wan û îhtîmalên operasyonan jî, ciwan, jin, zarok, yixtiyar ji her beşê civakê bi tevlêbûna xwe bûne bersiv li dijî meyla noker û îxanetê. Îxanet têk çûye û têkoşîna azadiyê ya gelê me bi ser ketiye.

DAXWAZA XWESERIYA ŞENGALÊ

Gelê me yê li Şengalê, ligel êrîşên xeta xayin û noker jî, Newroz pîroz kir û daxwaza xwe ya xweseriyê careke din nîşan da. Nîşanî dost û dijminan da, ku tevî nebûna derfetan jî ew ê têkoşîna xwe ya ji bo Şengaleke azad, xwedî vîna demokratîk û bi hêza xwe ya parastinê, mezin bike.

EM BI RÊZDARÎ BEJNA XWE LI BER BÎRANÎNA ERHAN DITEWÎNIN

Roja 3'ê Adarê, kedkara çapemeniya azad Nûjiyan Erhan, ku hewl dida bibûya dengê gelê Şengalê û rastiya têkoşîna azadiya jinên Kurd, bû hedefa çeteyên PDK-AKP'ê û bi giranî birîndar bû. Piştî tedawiya 19 rojan, pêr tevlî karwanê şehîdên çapemeniya azad bû. Vê agahiya dilşewat em gelekî êşandiye. Nûjiyan Erhan, dema ku hewl dida rewşa li Şengalê, têkoşîna azadiyê ya gelê me û xeta nokerî û xiyanetê ya li dijî vê nîşanî cîhanê bide, hat qetilkirin. Nûjiyan Erhan jinek bû, Kurdek bû, rojnamevanek bû, kedkara azadiyê bû. Mijarên ku wê dinirxand, nûçeyên bi civakê re parve dikir, sedemên me yên têkoşîna azadiya jinê ye. Em li pêşberî bîranînê bi rêzdarî bejna xwe ditewînin. Bila serê malbatê, hemû kedkarên çapemeniya azad û gelê Kurd sax be

ZALIM TÊK ÇÛN, VÎNA AZADIYÊ BI SER KET

Newroza 2017’an a ku li Kurdistanê û hemû dinyayê hatî pîrozkirin bûye Newroza ku hevalbendiya AKP-MHP’ê çok daniye. Nokerên ku li parçeyên din ên Kurdistanê hewl didin bibin parçeyek ji vê tifaqê, di encama sekna azad, exlaqî û wijdanî ya gel û tevgera me de, pêşî li wan hat girtin. Êrîşên zalimane yên dûrî ji exlaqê, êdî li Kurdistanê bi kêr nayên. Zalim li Kurdistanê têk çûn, vîna azad a gelê me bi ser ket. Lewma gelê Kurd li hemû herêman peyama yekîtiya neteweyî da. Li pêşberî vê vîna ku gelê me nîşan da, em weke tevgera azadiyê ya jinê bejna xwe bi rêzdarî ditewînin. Em ê berxwedana Rêberê xwe û hevrêyên xwe bi biryardariyeke xurt bi ser bixînin."