Newaya Jin bi manşeta ‘Şerekî hebûnê yê Zîlanwarî’ derket

Rojnameya jinan, Newaya Jin bi manşeta ‘Şerekî hebûnê yê Zîlanwarî’ derket.

Rojnameya jinan a mehane Newaya Jin bi manşeta ‘Şerekî hebûnê yê Zîlanwarî’ derket.

Di vê hejmarê de siyasetmedar û nivîskar Gonul Kaya di şexsê Zeynep Kinaci (Zîlan) de mîsyona pêşengtiya tevgera jinên Kurd nirxandiye û qala ‘jiyana bi wate’ ya hevkariya têkoşîna jinan kiriye.

Meral Çîçek jî polîtîkayên qirkirina aktuel û dîrokî analîz kiriye.

Rojnameger Gulistan Çiya Îke êrîşên dagirker ên ku di 23’ê Nîsanê de li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê nirxandiye û sedema bêdengiya hikumeta herêmî kiriye.

Bêrîtan Zagros jî derbarê ‘polîtîkayên dûrxistina ji axê’ kiriye û daneyên derbarê koçberî, guherîna demografîk, talana xwezayê û bendavan kiriye.

Seroka Komîteya Jinan a Kantona Cizîrê Zeynep Saroxan jî derbarê êrîşên qirkirinê yên li dijî destkeftiyên şoreşa Rojava û têkoşîna parastina rewa pirsên rojnameyê bersivandiye.

Zerya Gul jî di çend hejmarên dawîn de li ser ‘polîtîkayên li ser bedena jinê û zayendiya wê’ disekine.

Parlementera berê ya HDP’ê Nûrsel Aydogan doza li hemberî HDP’ê ya di 26’ê Nîsana 2021’an de dinirxîne û diyar dike AKP bi vê dozê re dixwaze tola têkçûna xwe ya li Kobanê bi vê dozê bistîne.

Di rojnameyê de rojnameger Roza Metîna jî qala berxuriya objektîf a kapîtalîzmê dike û diyar dike kapîtalîzm wêjeyê dike qurbanê rekabetê.

Di rojnameyê de beşa yekemîn a nivîsa Zîlan Sara ya li ser qirkirina Dêrsimê jî hatiye weşandin.