MKG: Rojnamevanên binçavkirî serbest berdin
Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKG) operasyona qirkirina siyasî ya li dijî HDK’ê şermezar kir û xwest kesên hatine binçavkirin bên berdan.
Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKG) operasyona qirkirina siyasî ya li dijî HDK’ê şermezar kir û xwest kesên hatine binçavkirin bên berdan.
Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKG) têkildarî rojnamevanên di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Stenbol û li dijî Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) de hatin binçavkirin, daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku rojnamevan Elîf Akgul, Yildiz Tar û Ercument Akdenîz jî di nav de herî kêm 52 kes hatine binçavkirin.
Bi domdarî wiha hate gotin: “Ev binçavkirin di çarçoveya hewldanên hikûmetê yên bêdengkirina çapemeniya azad de ne. Bi taybetî hedefgirtina rojnamevanên jin nîşaneya hewldana pêşîgirtina li hebûna jinê ya di çapemeniyê de û têkoşîna heqîqetê ye. Rojnamevan dê rastiyan eşkere bikin, bibin dengê civakê û li dijî zilmê li ber xwe bidin. Azadiya çapemeniyê bingeha civaka demokratîk e. Lê belê li Tirkiyeyê polîtîkayên zextê yên hikûmetê gihiştiye wê astê ku rojnamevan, nivîskar û xebatkarên çapemeniyê bêdeng bike û sûcdar bike û mafê raya giştî ya girtina nûçeyan asteng bike. Binçavkirin û zextên bi vî rengî yên bêhiqûqî wê nikaribin rastiyê veşêrin.
Weke MKG’ê em daxwaz dikin ku demildest hevalên me bên berdan. Em bang li hemû kesên ku çapemeniya azad diparêzin dikin ku li dijî zextên li ser rojnamevanan hevgirtinê mezin bikin û bi hev re têbikoşin. Çapemeniya azad nayê bêdengkirin. Rojnamevanên jin ne bi tenê ne.”