Mîtînga 25’ê Mijdarê li Dusseldorfê hat lidarxistin

YJK-E Dusseldorf û komên din ên jinan bi mîtîngekê 25’ê Mijdarê pêşwazî kirin.

Li bajarê Dusseldorf a Elmanya bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navnetewî ya li Dijî Şîdeta li Ser Jinê li Altstadt a Dusseldorfê mîtîngek hat lidarxistin.

Endamên Yekîtiya Jinên Kurdistanê ên li Elmanya (YJK-E) Dusseldorf û komên cuda ên jinan tevlê mîtîngê bûn.

Di mîtîngê de hate gotin ku ji her kesimên civakê jin bi şîdetê re rû bi rû dimîne û hat ziman ‘Divê netewa jin bi yek’.

Di daxuyaniyê de îşaret bi têkoşîna ku Xwişkên Mîrabel dayî hat kirin û hate gotin ku di şexsê jinên Kurd de ew têkoşîn hat vejandin.

Di mîtîngê de bi bê navber dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî” hat berzkirin.