#Metoo’ya jinan Swêd veguherand

Kampanyaya #Metoo salek berê li Swêdê hatibû destpêkirin. Di salvegera kampanyayê de nirxandin hatin kirin û hate diyarkirin ku kampanyayê li welat rê li ber guherîn û veguherîneke mezin vekiriye.

Sala borî di 15’ê Cotmehê de hunermenda şanoyê Alyassa Mîlano li ser hesabê xwe yê twîtterê bangî jinan kir ku bila bi etîketa #Metoo qala destdirêjî û tacîzê bikin a ku li wan hatiye kirin. Ji her dera welat û ji her pîşeyî jin tevlî vê kampanyayê bûn.

Piştre 456 hunermendên jin ên şanoyê bi daxuyaniyeke hevpar diyar kirin ku ew jî piştgiriyê didin kampanyayê. 653 hunermendên deng jî diyar kirin ku ew jî piştgiriyê didin kampanyayê. Bi tevlêbûna jinên ku tiryakê dikişînin û ji civakê hatine vederkirin jî, nêzî 100 hezar kes tevlî kampanyayê bûn.

Jinan navê siyasetmedar, hunermend, rojnamegeran dan û diyar kirin ku van kesan jî tacîz û tecawiz kirine û vê kampanyayê deng da.

Rojnameya Aftonbladet, Televîzyona Dewletê ya Swêdê û TV4’ê li ser kesên ku bi tacîzê tên sûcdarkirin, lêpirsîn dan destpêkirin. Kesên ku navê wan hatin îfşakirin, ji peywirên xwe îstîfa kirin.

Piştre li 20 bajarên Swêdê jin daketin qadan û dest bi meşan kirin û xwestin ku bila polîs û dadger werin perwerdekirin û cezayên sûcên zayendî were zêdekirin.

Di salvegera kampanyayê de şîrketa lêkolînê ya bi navê Novûs diyar kir ku kampanyaya #Metoo rê li ber guherînê vekiriye. 65 ji sedê kesên ku tevlî anketan bûne, diyar dikin ku guherîneke mezin pêk hatiye.

Li gorî lêkolînên giştî ku herî zêde li Swêdê,Hollanda, Norwec û Îzlandayê kampanyaya #Metoo’yê deng vedaye.