Meşa Şevê ya Femînîst: Me hêza berxwedanê di piştevaniyê de dît

Platforma Meşa Şevê ya Femînîst a 22’emîn bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li Taksîm a Beyoglu, Meşa Şevê ya Femînîst li dar xist. Jinan di meşê de peyama, “Me hêza berxwedanê di piştevaniyê de dît” dan.

Meşa şevê ya Femînîst a 22’emîn

Platforma Meşa Şevê ya Femînîst a 22’emîn bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li Taksîm a Beyoglu, Meşa Şevê ya Femînîst li dar xist. Bi hezaran jinên hatin gel hev, bi dovîz, dirûşme û coş Taksîm bi rengê mor xemilandin. Namzeta hevşaredariya bajarê mezin a Stenbolê ya DEM Partiyê Meral DAniş Beştaş, endamên meclîsa jinan  tevlî meşê bûn. Jinan di meşê de bi Meralê re wêne kişandin û dirûşmeya ‘Jin, jiyan, azadî” berzkirin.

Dirûşmeyên bi hezaran jinên ji Kolana Siraselvîler ber bi Taksîmê ve meşiyan. Polîsan hewl da meşa jinan asteng bike û jinan bi dirûşmeyan bersiv dan. Jinan dirûşmeyên “Jin, Jiyan, Azadî, Sara, Rojbîn, Ronahî”’, “Her der Taksîm her der berxwedan”, “Dengê serhildanê bilind bike” û “Bi înat îsyan bila bê bav, dewlet, cop” berz kirin.

Jinan di meşê de dovîzên “Berxwedan jiyane”, “Her tim pevçûn bû jiyana min”, “Qanûn li kolanan tê nivîsin” û “Her der berxwedan her der Taksîm” hildan.

BARÎKAT HATIN HILWEŞANDIN

Her çiqas polîs hewl bidin meşa jinan asteng bikin jî jinan barikat derbas kirin û bi resk û erbaneyan astengî nas nekirin. Her wiha di pankarta mezin  a “Serhildana femînîst” meşiyan.

'JIN, JIYAN, AZADÎ'

Jinên Kurd ku mohra xwe li meşê dan bi dovîzên “Hevserokatî Xeta Me Ya More!”, “Jin, Jiyan, Azadî’, “Nexşerêya Xeta Jine” û “Berxwedana Berîtanan li kampusan deng didin” re li ber erbaneyan govend gerandin.

Ji kolan û paçeyên malan bi çepikan ji bo jinan piştgirî hat dayîn.

BI HEZARAN JIN HERIKÎN QADÊ

Bi hezaran veguherîn dehezaran bi coş û serhildanek mezin ber bi Cîhangîrê ve bi dirûşmeyan derbasî meşê bûn. Jinan di meşê de navê jinên hatine qetilkirin jimartin û bi yek dengî gotin “Em li vir in”.

‘ME HÊZA BERXWEDANÊ BI PIŞTGIRIYÊ DÎT!’

Li vir metna çapemenî ya platformê ya Kurdî ji aliyê Derya Aslan û ya Tirkî jî ji aliyê Evrîm Gurenîn ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em bi hêza ku ji jinên ku bi sedsalan li berxwe didin têdikoşin. Me îsal rêya têkoşîna li dijî baviksalarî di femînîzmê de, hêza berxwedanê jî di hevgirtina femînîst de dît. Têkoşîna femînîst ne tenê li hember dijminaniya jinan vîna serhildanê nedame, di heman demê de bawerî da me ku em dikarin her roj, li her derê cîhanê biguherînin.

DI 2023’AN DE JI 300’Î ZÊDETIR JIN HAT QETILKIRIN

Ji salên 1980’an vir ve, tevgera femînîst tundiya ku di nav wan malbatên pîroz têne dîtin eşkere dike. Diyar dike ku tundiya mêran bi pêkanînên dewletê rewa dibe. Li gorî daneyên ne fermî di sala 2023’an de zêdetirî 300 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin. Tenê di nava 2 rojan de 9 jin ji teref mêrê ku veqetiya ye, ji teref bav û ji teref kesê ku dixwaze veqete hat qetilkirin. 

JENOSÎD DIDOME

Em tundiya mêr, pêşîgirtina li tundiyê û desthilatdariya mêr weke sîstemeke civakî dinirxînin. Em vê rastiyê tînin ziman ku hêzên dewletê karê xwe nake, xala 6284’an awayekî bi bandor nayê sepandin, biryarên zayendperest ên dadweran têne dayîn, stargehên dewletê têrê nakin. Îsal em careke din di nava şer de ne. Li Xezzeyê qirkirineke vekirî li ber çavên me didome. Ev jenosîd hewl dide bi femînîzmê li rojavayê cîhanê rewa bike. Lê belê bi dagirkerî û qirkirinê re femînîzm nabe. Dema ku Tirkiye ji aliyekî ve dibêje ku ez piştgiriya Fîlîstînê dikim lê bazirganiya xwe ya bi Îsraîlê re didomîne. Dema Îsraîlê şermezar dike, bombeyan diavêje jin û zarokên Rojava. Li ser vê yekê dijminatiya li dijî penaberan û biyaniyan her tim tê bilindkirin. Jinên koçber ji her demê bêhtir bê ewle ne.

XELASIYA ME TÊKOŞÎNA FEMÎNÎST E

Lê em ê dev ji xewna cîhanek bê şer, baviksalarî, transfobî, homofobî, îstîsmara keda kapîtalîst û nîjadperestiyê bernedin  Ji ber vê yekê hêviya me, hêza me, jiyana me û rizgariya me têkoşîna jinan e.”

Meş bi peyama, “Em dev ji têkoşîn û kolanan bernedin” bi dawî bû.