'Meryem Qazî mîratgira Komara Mihabadê bû'

Komelgaya Jinanî Azadî Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) peyamek sersaxiyê ya ji bo koça dawî ya Mereyem Qazî pêşkêşî gelê Kurd û malbata Qazî kir. Her wiha got: "Meryem Qazî mîratgira Komara Mihabadê bû, koça wê ya dawî xemek mezin û girane."

Keça Pêşawa Qazî Mihemed nivîskar û çalakvana Mafê Mirov Miryem Qazî roja yekşemê di 15’ê Adara 2020’ an de ji ber nexweşiya penceşêrê li paytexta Ûrdinê bajarê Emmanê koça dawî kir.

Her wiha cenazeyê Meryem Qazî duh bi amadebûna hûnermed û gelê bajarê Mihabadê li goristana Hûnermendan hate veşartin.

Bi wesîleya koça dawî ya Meryem Qazî keça Mîna Qazî ku keça biçûk ya Pêşewa Qazî Mihemed, Komelgaya Jinanî Azadî Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) peyamek ya sersaxiyê pêşkêşî malbata Qazî û Komelgaya Rojhilatê Kurdistanê kir.

Peyama sersaxiyê ya KJAR’ê wiha ye:

"Em weke Komelgaya Jinanî Azadî Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) bi wesîleya koça dawîkirina keça Mîna û Pêşewa Qazî Mihemed Meryem Qazî ku em sersaxiyê pêşkêşî gelê Kurd û bi taybetî li malbata birêz dikin. bê guman ji destdana kesayetekî weke Meryem Qazî ji bo gelê Kurd xemekî mezin û girane, bi taybetî jinên Kurd ku mîratgirên Komara Kurdistanê û her wiha li Rojhilatê Kurdistanê xebat û têkoşîna gelê Kurde. Damezirandina Komara Kurdistanê ji bo nêzkbûna Kurd ya li her çar parçeyên Kurdistanê deriyek bû.

Bi taybetî rol û mîsyona jinan bi pêşngtiya Mîna Qazî ya di Komara Kurdistanê û perwerdekirinê ya ji bo jinan de, xwedî giringiyekî dîrokî ye. Niha jî xebat û têkoşîna jinên Rojhilatê Kurdistanê mîratê wane, heta em jî bigihijin xewn û xeyalên wan yên civakekî azad û wekhev emê xebat û têkoşîna xwe bidomînin. Emê asta têkoşîna xwe bihêztir bikin û rêya xwe bi şopînin. Di dawiyê de carek din sersaxî li malbata birûmet û gelê Kurd dikin her wiha sebir ji wan re dixwazin."

Hêjayî gotinê ye ku Miryem Qazî di sala 1945’an de li bajarê Mihabadê ji dayik bûye û zaroka herî biçûk ya Pêşewa Qazî Mihemed û Mîna Qazî ye.