NÛ BÛ

Meclîsên Jinan li Bonn, Frankfûrt û Darmstadtê kongreyên xwe pêk anîn

Meclîsa Jinê ya Sara li bajarê Bonnê, Meclîsa Jinê ya Amara ya li Frankfûrtê û Meclîsa Jinê ya Roza li Darmstadtê kongreyên xwe yên salane pêk anîn.

Meclîsa Jinê ya Sara li bajarê Bonnê, Meclîsa Jinê ya Amara ya li Frankfûrtê û Meclîsa Jinê ya Roza li Darmstadtê kongreyên xwe yên salane pêk anîn.

BONN

Meclîsa Jinê ya Sara, ku li bajarên Bonn û Meckenheîm ên Elmanyayê dixebite, kongreya xwe ya 5. li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd pêk anî. Piştî deqeyeke rêzgirtinê, rewşa dawî ya siyasî hat nirxandin.

Nûnera YJK-E Yezda Kajîn li civînê axivî û bibîr xist, ku li Rojhilata Navîn Şerê 3. ê Cîhanê diqewime. Kajîn destnîşan kir, ku bêyî Kurdan aştiyeke mayînde ne pêkan e û anî ziman, têkoşîna jinên Kurd ew hêz e ku bi rola sereke radibe. Kajîn got, "Ev yek pêvajoyeke şoreşgerî ye ku rewşa jinê ya li nava civakê jî diyar dike. Jinên Kurd ku weke vînekê derketin holê, di guherîn û veguherîna civakê de bi rola pêşengiyê radibin. Ji ber vê yekê em dixwazin rêxistinbûna jinê xurtir bikin, bêhtir kolektîf bikin û encameke hevpar bi dest bixin."

Kajîn di dewama axaftina xwe de bal kişand ser referandûma li Bakurê Kurdistanê û diyar kir, jin wê di çarçoveya berpirsyariya xwe ya bo civakê de, bi xurtî tevlî referandûmê bibin û dengê NA bidin.

Dûre rapora li ser karê salekê hat xwendin û nirxandin. Di kongreyê de meclîsa nû ya ji 22 kesan hat hilbijartin û hevserokên ji 3 kesan pêk tên, hatin diyarkirin.

DARMSTADT

Meclîsa Jinê ya Roza ya li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê kongreya xwe ya 5. lidar xist. Aktîvîsta YJK-E Bêrîtan Nisêbîn di axaftina xwe de bal kişand ser referandûmê û diyar kir, li hemberî zîhniyeta tekparêz a ku vîna jinê û mirovan nas nake, divê dengekî xurt ê NA were dayîn. Di kongreyê de ji bo rêveberiya nû 31 kes û ji bo hevserokatiyê jî Fîlîz Dogan, Aysel Kirmizioglan û Meryem Karataş hatin hilbijartin. Di dawiya kongreyê de rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat pîrozkirin.

FRANKFÛRT

Li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê jî, Meclîsa Jinê ya Amara kongreya xwe pêk anî. Bi wesîleya 4'ê Nîsanê şitil li hewşa Navenda Civaka Demokratîk a Kurd hatin çandin.

Berdevka meclîsê Melîha Danişir Akbaba di destpêkê de axivî û bal kişand ser girîngiya meclîsê. Piştre ji YJK-E Delal Yaman peyivî û bi coşa berxwedana 8'ê Adarê û Newrozê, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û berxwedêrên li zîndanan silav kir.

Li ser navê Meclîsa Jinê ya Nûjîn a li Hanaû Rûken Karakoç jî li vir axivî, bal kişand ser referandûmê û got, "Em jin divê çarenûsa xwe bi xwe diyar bikin. Divê mafê kesî nebe ku li ser navê me xwedî mafê axaftinê be. Lewma ev hilbijartin gelekî girîng e û divê em hemû seferber bibin."

Di dawiya kongreyê de meclîsa ji 23 kesan hat hilbijartin û kongre bi qîrîna dirûşma "Jin jiyan azadî", "NA, NA, NA ji dîktatoriya şexsekî re" qediya.