Meclîsa Jinan: Em ê li ser şopa Yadê Eqîda biçin

Meclîsa Jinan a Bakur-Rojhilatê Sûriyê, Dayê Eqîda, Endama Meclîsa Dadê ya Jinan ku şehîd bûyî bi bîr anî û got, ''Em ê li ser şopa wê bin.''

Yadê Eqîda 13'ê Cotmeha 2019'an dema êrîşên dagirker ên li ser Serêkaniyê bi êrîşa li ser konvoya ku diçû Serêkaniyê bi bombeya li dijî konvoyê şehîd bûbû.

Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di daxuyaniya bîranînê de wiha got:

“Îro (13’ê Cotmehê) salvegera pêşî ya şehadeta Yadê Eqîda ye, ku dîroka xwe ya têkoşînê bi gotina “Ez diçim Serêkaniyê da ku li dijî dijmin li kêleka hêzên me bisekinim, em ji bilî hêza xwe û kezebên xwe baweriyê bi kesî naynin” bi dawî kir.

Bi hezaran pêkhateyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berê xwe dabû Serêkaniyê û Girê Spî da ku ji bo parastina herêmê ji êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, xwe bikin mertalên zindî û alîkariya sivîlên ku ji ber êrişan asê mabûn, bikin.

Yadê Eqîda yek ji wan dayikan e ku soz da şehîdan ku heta dawiyê rêya azadiyê bişopînin. Yadê Eqîda endama Kongreya Star bû û ji destpêka Şoreşa 19`ê Tîrmehê ve beşdarî avakirina meclis û komînan bû. Her wiha bê rawestan ji bo mayîndekirina têgeha neteweya demokratîk û pêkanîn edaleta civakî, kar kir.

Em Meclisa Jinan a Sûriyê biêş, Yadê Eqîda û bi hezaran jinên ku parastina mirovahiyê û mafên jinan kirine, bi bîr tînin. Em soz didin ku em ê ji bo pêkanîna xewnên wan û parastina destkeftiyên jinan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rêya wan bişopînin. Her wiha em bang li rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên jinan dikin ku li dijî dijminahiya Turanî bisekinin û li ser sûcên şer ku li dijî gelên Sûriyê pêk anîne, hesabê ji dewleta Tirk bixwazin.”