Meclîsa Jinan a Fîdan kongeya xwe pêk anî

Meclîsa Jinan a Fîdan a li Hagenê 5’emîn kongreya xwe lidar xistin.

Meclîsa Jinan a Fîdan a ku xebatên xwe li bajarê Hagen a Elmanyayê birêve dibe, bi beşdariya 100 delegeyan 5’emîn kongreya xwe pêk anî.

Delegeyên kongreyê yek ji damezrênera PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ên 9’ê Çileya 2013’an hatibûn qetilkirin bîbîr anîn û qetlîam bi tundî şermezar kirin.

Her wiha du jinên ku li bajarê Aachen ê Elmanyayê rojên borî hatibû qetilkirin jî bibîr anîn, hate diyarkirin ku wê li dijî qetilkirina jinan û hişmendiya qirêj têkoşînê bikin.

Delegeyên ku xebatên salê nirxandin, li ser mijarên qetilkirina jinan, destavêtin û destdirêjî, herwiha civak û xeteriyên li ser jinan û civakê nirxandin. Jinan di kongreyê de diyar kirin ku wê li dijî vê hişmendiya qirker û talanker wê heta dawiyê têkoşînê bidin kirin. wê jiyana hevpar, wekhev û yekgirtî esas bigirin.

Piştî gotûbêjên hatin kirin û şûnde Meclîsa Jinan a Fîdan ji bo dema nû derbasî hilbijartina bû û meclîsek ji 25 kesan hilbijartin.

Ji bo bîranîna her sê jinên Kurd ên siyasetmedar ên li Parîsê hatin qetilkirin ku her sal tê kirin banga tevlîbûna xurt hate kirin.