Meclîa Jinan a HDP'ê: Em ê neyên darizandin, em ê darizînin

Meclîsa Jinan a HDP'ê têkilî 'Doza Kobanê' got, ''Em ê neyên darizandin, em ê darizînin''

Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) got, ''Her roj êrîşeke dî tînin ser têkoşîna jina nû destkeftiyê wan, aktivîstên ku têkoşîna jinan didin, siyasetmedar bi rengekî neheq û nehiqûqî têne destgîrkirin. Me mînaka vê ya herî dawî di doza ser têkoşîna jian a HDP'ê, têkoşîna wekhevî û azadiyê dedît, ku protestoya 6-8'ê Cotmehê ya Kobanê kirin hinceta vê.''

Di daxuyaniyê de bi berdewamî wiha hate gotin:

''Di vê dozê de ku bi kemîneke siyasî hatiye vekirin em ê bi 17 hevalên xwe re, ku 14 jê gritî ne, neyên darizandin lê em ê darizînin.

Em ê wan kesan ku jinên ji bo demokrasî û azadiyê têdikoşin kirine zindanan darizînin. 

Em ê wan kesan ku hevseroktiyê û rêgeza temsîltiya wekheviyê sûc dibînin darizînin!

Em ê kesên ku dixwazin Peymana Stenbolê betal bikin darizînin!

Em ê wan kesan ku têkoşîna ji bo ekolojiyê sûc dibînin, sirûştê talan dikin darizînin!

Em ê wan kesan ku jinên ku têkoşîna jinê didin rehîn girtine darizînin.

Em ê bidin dengê wan jinan ku DAÎŞ'ê ew qetil kirine û kesên ku ev çete berdane darizînin!

Em bang li wan hemû jinan dikin ku dibêjin 'têkoşîna jinan nikare were darizandin', piştevaniyê geş bikin!''