Malbata dengbêj Baso nerazîbûn nîşanî TRT Kurdî da

Hunermendê Kurd Dilovan anî ziman ku TRT Kurdî bêyî destûrê ji wan werbigire li ser bavê wî Reşîdê Baso bername çêkiriye û tê de heqaret li dîroka gelê Kurd-Êzidî kiriye.

Televîzyona bi navê TRT Kurdî ku ji bo asîmîlekirina çand û zimanê Kurdî ji aliyê desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê ve hate avakirin; têkildarî hunermend û dengbêjên Kurd bi agahiyên şaş û derewîn bernameyan çêdike. TRT Kurdî ku çeka asîmîlasyonê ya dewletê ye, di bernameyeke xwe ya vê hefteyê de qala Dengbêjê Reşîdê Baso kir. Malbata Dengbêj Reşîdê Baso nerazîbûn nîşanî TRT Kurdî da ku bêyî destûrê ji wan bixwaze, bername çêkiriye.

Malbata Reşîdê Baso ku li Agiriyê dima, sala 1914'an ji qirkeriya dewleta Tirk reviya û li Ermenistanê bi cih bû. Di dema êrîşên qirkirinê de gelek ferdên malbata Reşîdê Baso hatin qetilkirin. Reşîdê Baso sala 1927'an li gundê Keleşbeg ê bajarokê Talîn ê Ermenistanê ji dayik bû. Mîna Peyayo, Mêvan, Qurban, Felekê zêdeyî 40 klamên wî li Radyoya Erîvanê hatin qeydkirin. Reşîdê Baso ku di navbera salên 1964 û 1966'an de li Radyoya Erîvanê klam got, di sala 2006'an de jiyana xwe ji dest da.

Kurê dengbêj Reşîdê Baso hunermend Dilovan nerazîbûn nîşanî TRT Kurdî da ku têkildarî bavê wî bername çêkiriye. Hunermend Dilovan ji ANF'ê re axivî û got, "Gelê bi rûmet ê Kurdistanê! Weke ku tê zanîn malbata me di dîroka xwe de timî xizmet ji çand û hunera Kurdî re kiriye, wê vê xizmeta xwe dewam bike. Ji bo doza bi rûmet a gelê Kurd em her tim têkoşiyan, em ê têkoşîna xwe dewam bikin. Beriya niha bi çend rojan, qenaleke televîzyonê ya dewleta Tirk TRT Kurdî li ser bavê min bernameyek çêkir. Weke kurê Reşîdê Baso ez TRT Kurdî şermezar dikim. Em qebûl nakin ku li televîzyoneke mîna ya TRT Kurdî li ser bavê min dengbêj Reşîdê Baso bernameyên bi vî rengî bêne çêkirin."