Mafê berxwedanê serfirazî ye

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe ev 7 meh in di greva birçîbûnê de ye, bi berxwedana ku pêşengiya wê kirî gav bi paş ve bi dewletê da avêtin.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji 27’ê Tîrmehê ve nehiştin ku parêzerê xwe bibine, bi pêvajoya nû ya şer a Tîrmeha 2015’an re tecrîda teqez li ser hate danîn, hemû mafên wî hatin desteserkirin. Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku li Girtîgeha Tîpa E’yê ya Amedê rehin hatî girtin di danişîna 7’ê Mijdarê de ragihand ku ji bo tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê dike. Berxwedana ku ev 199 roj in pêşengiya wê dike, li gel girtîgehan li Hewlêrê, Strasboûrgê li gelek cihan berbelav bû û li dijî faşîzmê bû pêngavek. Hevdîtina kurt ku dewletê bi Mehmet Ocalan dayî kirin, di roja 79’an de berdana Guvne, weke gavên taktik hatin dîtin û guh nedanê. Piştî ku 15 girtî ketin rojiya mirinê piştî 8 salan hiştin ku parêzer Ocalan bibinin. Leyl Guven, gritî û berxwedêrên dî ku gotin ne tenê hevdîtina carekê, divê tecrîd bi temamî rabe, grevên birçîbûnê domandin, her wiha dema ku grevê dom dikir, 15 girtiyên din jî dest bi rojiya mirinê kirin. Li gel biryardariya berxwedanê ya meha 7’an, bi pêşengiya dayikên çarikspî bû bihistyariyeke civakî, li ser vê dewleta bi rêveberiya AKP-MHP’ê ji bêgavî gav avêt. Parêzer Pêrşemê careke dî Ocalan dîtin. Parêzern duh gotin, ramanên Ocalan ên têkilî greva bibrçîbûnê wê bigihînin Leyla Guven û girtiyên din, piştî nîqaşan wê agahdariyeke berfireh bikin.

BI ZORDARÎ REHÎN HATE GIRTIN

Leyla Guven ji ber helwesta li dijî dagirkeriya li ser Efrînê, daxuyaniyan û ji ber xebatên KCD’ê ku Hevseroktiya wê dikir 31’ê Çile ya 2018’an rehin hate girtin û kirin Girtîgeha Tîpa E’yê ya Amedê. Di hibijartina 24’ê Hezîranê de li gel bû bû wekîla Colemêrgê ya HDP’ê jî nedane berdan.

Guven ku ji 25 saaln heta bi 46,5 ceza jê re hatî xwestin 7’ê Mijdarê hate xwetin ku destê wê ji pişt ve werin kelepçekirin û wê bibin girtîgehê lê Guven ev nêzîkatî qebûl nekir û bi SEGBÎS’ê tevlî danişînê bû.

TEHLIYE NEXWEST

Guven danişînê de bi bîr xist ku ji ber ku li dijî dagirkeriya li ser Efrînê derketiye ew hatiye girtin, ew were berdan ew ê bibêje, operasyona li ser Rojava dagirkerî ye û Guven diyar kir, ew tehliyeyê naxwaze.

Guven bal kişande ser rewşa daraza Tirk û mehkûmbûna wê ya di dest desthilatê de û got, ew ê careke dî li dadgehê parastina xwe neke.

 ‘EZ QEBÛL DIKIM KU DI VÊ RÊYÊ DE BIMIRIM’

Guven got ew ketiye bin bandora paradigmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li ser jinan, wiha ketiye nav siysetê û got, li dijî tecrîda li ser Ocalan, ku jê re ‘sûcê mirovahiyê’ gotî, ew dest bi rojiya mirinê ya bêdawî û bêdorveger dike. Guven got, ‘’Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Ez ne bi wesfê wekîla HDP’ê, bi wesfê Hevseroka KCD’ê ji niha û pê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger dikim. Ez qebûl dikim ku di vê rêyê de bimirim. Ev tecrîd ne li ser kesekî lê li ser civakê ye. Ez jî yek ji endama vê civakê ji bo Rêzdar Ocalan mirinê qebûl dikim.’’

QEDEXE Û CEZAYÊ DISÎPLÎNÊ

Piştî ku ji bo çalakî û daxwaza Guven çalakiyan dest pê kir dewletê bi qedexeyan bersiv da vê, Walîtiya Amedê 16’ê Mijdarê her cure çalakiyên ji bo Guven qedexe kir. Li dora avahiya Rêxistina Bajêr a HDP’ê abluka hate danîn. Rêveberiya Girtîgehê li ser Guven lêpirsîna disîplînê da destpêkirin.

ÇALAKIYÊN DESTEKDAYINÊ

Li gel vê jî li Amed, Colemêrg,, Wan, Edene û Rihayê 17-18’ê Mijdarê grevên birçîbûnê yên destekdayinê yên ji bo 2 rojan dest pê kirin. Guven bi peyama ku ji van çalakiyan re şandî got, tecrîd bi ‘dengê hevpar’ dikare were şikandin.

Piştî ku bi ser avahiya bajêr a Mêrsînê a HDP’ê de girtin, li gel Hevserokên HDP’ê û KCD’ê 10 wekîl li Meclîsê ketin greva birçîbûnê ya du rojan. Wekîlên din li Amed, Riha, Wan, Mêrdîn,  Mêrsîn û Edene û li bajarên din ên Kurdistanê û Tirkiyê ketin greva birçîbûnê ya sê rojan.

HEMÛ GIRTÎ KETIN GREVÊ BIRÇÎBÛNÊ

Hr wiha girtiyên PKK’ê û PAJK’ê li girtîgehên Kurdistanê û Tirkiyê 27’ê Mijdarê ketin greva birçîbûnê ya bêdawî û dorveger. Piştî ku dewletê guh neda vê hişyariyê 16’ê Kanûnê girtî ketin greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger. Sibatê li 67 girtîgehan 350 girtî ketin greva birçîbûnê. Dema ku dewletê guh neda daxwaza giriyan 1’ê Adarê li hemû girtiyan greva birçîbûnê dest pê kir, bi hezaran girtî dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirin. Di nav çalakgeran de hevserok, wekîlên bere, hevşaredar û nûçegihan jî hebûn.

PLANA LÎSTIKÊ YA DEWLETÊ

Dewleta Tirk ku guh nedayî daxwaza çalakgeran 12’ê Çile hişt ku Mehmeh Ocalan ji  bo 15 deqeyan Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibine û bi vê hewl da ku bibêje, vaye tecrîd tine, heman rojê rayedar û parêzer şandibûn cem Guven û hewl dabû ku berxwedanê bişkîne lê Guven û girtiyan guh nedan vê. Li ser vê 25’ê Çile Guven hate berdan. Guven ev biryar weke gaveke siyasî ya bi armanca ku berxwedanê bişkînin, şîrove kir û got, heta ku daxwaza wan bi cih neye ew ê greva birçîbûnê bidomîne.

Berxwedana Guven ji Hewlêrê heta bi Strasboûrgê, Toronot, girtîgehên Tirkiyê û  Bakurê Kurdistanê berbelav bû. Çalakiyên destekê dayinê çêbûn.

PEYAMA GUVEN A KU HÎÇ NEGUHERÎ

Leyla Guven a 55 salî, dayika du zarokan û du neviyan û bi nexweşiya ‘’hîpofîz adenom’ ku heftiyê du caran ji ber vê diviya derman vexwara û ji ber grevê nema karî vexwe, di maweya çalakiya xwe ya 200 rojî de tim hewl da ku daxwaza wê derkeve pêş û hewl da her kesî motive bike. Guven tim got berxwedan wê neqede û heta ku encamê bistîne wê bidome, li gel hemû şertên zehmet jî, bi bîr xist ku serkeftinên mezin hatine bidestxistin. Guven ku komkujî û binpêkirinên mafan ên van salên dawî bi bîr xistî got, ‘’Nêzîktêdayina li gele Kurd nêzîktêdayina li Rêzdar Ocalan e, nêzîktêdayina li Rêzdar Ocalan nêzîktêdayina li gelê Kurd e. Tecrîd vegotina vê ye. Tecrîd, a ku sûcê mirovahiyê ye, heke ji bo pîvana refleksa gele Kurd e, divê dev ji vê biqerin.’’

SERKEFTÎ WÊ EM BIN

Guven got tim hêvîdar e û berdêlên wê çi dibin bila bibin serkeftin teqez e û domand, ‘’Pir girîng e ku daxwaza min daxwaza her kesî ye. Nirxên hevpar hêza gewhera civakî nişan dide. Em jinên Kurd li hundir û derve, li her deverê, li hemû qadên jiyanê em ê bibin pêşengên têkoşînê ji bo ku tecrîdê parçe bikin. Serkeftiyên vê têkoşînê wê em bin.’’

DAXWAZA MIN CIVAKÎ YE

Di meha duyan a çalakiyê de dema ku bersiv dayî pirsên Yenî Ozgur Polîtîkayê Leyla Guven gotibû, ‘’Tekane armanca çalakiya mine w e ku tecrîda li ser Rêzdar Ocalan were rakirin. Her çalakiya ku ji bo rêzdar Ocalan were kirin bi armanceke civakî ye. Ji ber vê jî çalakiya min her wiha çalakiya bi milyonan e’’. Guven her wiha gotibû, ‘’Ji bo şikandina tecrîdê ez amade me ku her cure berdêlî bidim. Heta niha hîç ev qasî moralê min baş nebûbû û ev çend aram nebûbûm. Ez aram im ku li dijî tecrîda li ser Ocalan, ku bi milyonan mirov jê re dibêjin, ‘vîna min’’ e, biçûk jî be tiştekî dikim.’’

PEYAMA BIDENG JI BO KOMA HDP’Ê

Guven di roja 100’î ya çalakiyê de peyameke bi deng şande civîna komê ya HDP’ê ya heftane û got, ‘’ Berxwedana me roj bi roj hinekî din deng vedide. Yên ku ji nedîtî ve tên jî aciz dike. Ji ber vê yekê çalakiya ku we doh li Stenbolê pêk anîn gelekî watedar bû. Bi rastî jî we nîşan dan ku şexsek 'ne zilam' e. Êdî şensê wî nîne ku bêje 'Ez ê nehêlim ku filan tişt bê kirin'. Ji ber ku li dijî gefên hatin xwarin hûn li wir bûn û we li ber xwe dan. Ez ji dil we hemûyan maçî dikim. Ez bi bawerim ku ev berxwedan wê teqez bi ser bikeve. Di vê rêyê de bêguman dibe hinek bikevin, lê belê ya girîng serketina armancê ye. Di vê mijarê de ez bi we û gelê me piştrast im. Em ê teqez bi ser bikevin. Pê bawer im ku hûn ê di vî karî de bi ser bikevin û bi hezkirin we silav dikim. Em ê teqez bi ser bikevin. Berxwedan Jiyan e hevalno!"

MUDAHELE QEBÛL NEKIR

Guven 13’ê Sibatê piştî ku delegasyoneke navnetewî qebûl kir û daxwaza xwe dubare kir,rewşa wê ne baş bû, ew kirain nexweşxaneyeke taybet. Guven mudaheleye tibî qebûl nekir û xwest ku wê bibin malê. Leyla Guven a ku tedawî qebûl nekir, birin mala wê.

NABÊJE NEBAŞ IM

Keça wê Sabîh  Temîzkan dibêje, ‘’Ti caran nabêje ku ew ne baş e. Heke em reaksiyonên bedena wê neşopînin diya min li ser vê mijarê tiştekî nabêje. Bi vîneke pir xurt li ber xwe dide’’ û didomîne, ‘’Dibêje, mafekî destûrî ye ku Ocalan malbat û parêzerên xwe bibine. Heta ku ev daxwaza wê bi cih were biryardar e ku berxwedanê bidomîne.’’

JI 7 BASKAN VE MEŞ

HDP jî bi dirûşma ‘’Di roja 100’î de ber bi Leyla ve, ber bi şikandina tecrîdê ve’’ ji 15 navendan, ji 7 baskan ve ber bi Amedê ve meş da destpêkirin. Li gel êrîşên dewleta Tirk jî wekîl gihan Amedê û li ber mala wê daxuyanî dan, destek dane berxwedanê û daxwaza wê bi cih anîn.

3 JIN TIM LI CEM IN

Keça wê Sabîha Temîzkan, Hevberdevka Delegeyên Amedê yên KCD’ê Zelal Bîlgîn û aktivîstan TJA’yê Fîgen Ektî ji roja kut ehliye bûye li cem Leyla Guven in. Ev 3 jinên ku tim li cem Leyla Guven in, şahide berxwedanê ne.

REWŞA GREVA BIRÇÎBÛNÊ

Greva birçîbûnê ya li 10 girtîgehan ku 16’ê Kanûnê bi 36 girtiyan  dest pê kirî kete roja 161’î, ya 10 girtiyên ku 17’ê Kanûnê dest pê kirî ket roja 160’3î, ya 26’ê Kanûnê bi 35 girtîyan dest pê kirî kete roja 151’ê. Ya ku 2’ê Çile li girtîgehê bi 1 girtiyî dest pê kirî kete roja 144’an, a ku li 26 girtîgehan 5’ê Çile zêdetirî 100 girtîyî dest pê kirî kete roja 141’ê. Ya wekîlên berê Sebahat Tuncel û Selma Irmak kete roja 130’î. 3 girtiyan 17’ê Çile, 5 girtî 28’ê Çile, 2 girtî 29 Çile, 15’ê Sibatê jî 8 girtî ketin greva birçîbûnê. Ji 1’ê Adarê ve hemû girtîgeh tevlê bûn. Greva birçîbûnê ya 14’an a Strasboûrgê kete roja 161’ê. Wekîlên HDP’ê Dersim Dag (3 Adar), Tayyîp Temel û Murat Sarisaç (8’ê Adarê) li Amedê dest bi greva birçîbûnê kirin. Her wiha li Hewlêrê Nasir Yagiz ev 186 roj in, li Mexmûrê Fadîle Tok ev 13, li Germiyanê Herêm Mehmûd ev 91 roj in di grêva birçîbûnê de ye.

ÊN KU HATIN BERDAN JÎ DEV JI GREVÊ BERNEDAN

Çalakgerên ku li girtîgehê dest bi grevê kirin û hatin berdan, piştî hatin berdan jî çalakiya xwe li malê berdewam kirin. Çalakiya Sedat Akin ê li Êlihe 139 roj in didomîne, Gurbet Ektîren a Dêrika Merdînê 96, Semra Alkan a li Alîaga ya Îzmîrê 104 roj, Îhsan Sinmiş ê li Kuçukçekmece ya Stenbolê 88 roj in di grevê de çalakiya xwe li malê berdewam dikin. Îsmet Yilmaz, Salîh Tekin, Sevican Yaşar, Bîlal Ozgezer li avahiya HDP'ê ya Amedê di 3'ê Adarê de dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Piştî çalakiyê hatin girtin û li girtîgehê çalakiya xwe berdewam kirin. Mehek şûnde dîsa hatin berdan û niha Îsmet Yildiz, Sevîcan Yaşar, Salîh Tekîn û Bîlal OzGezer ên hatin girtin û dîsa hatin berdan niha li malê çalakiya xwe berdewam dikin.

7 JÊ GIRTÎ 8 ŞEHÎD

Li bajarê Krefeldê yê Almanya di 20'ê Sibatê de Ugur Şakar li dijî tecrîdê agir berda bedena xwe û di 22'ê Adarê de jiyana xwe ji dest da. Zulkuf Gezen (33) di 17'ê Adarê de li dijî tecrîdê li Girtîgeha tîpa F-2 a Tekîrdagê, Ayten Beçet (24) di 23'ê Adarê de li Girtîgeha Gebze, Zehra Saglam (23) di 24'ê Adarê de li Girtîgeha tîpa T a Oltu, Medya Çinar (24) di 25'ê Adarê de li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê dawî li jiyana xwe anîn. Yonca Akici di 29'ê Adarê de li Girtîgeha Jinan a Şakranê çalakî pêk anî û di 1'ê Nîsanê de jiyana xwe ji dest dan. Siraç Yuksek jî di 2'yê Nîsanê de li Girtîgeha Tîpa T-2 ya Osmaniye û Mahsum Pamay jî di 5'ê Nîsanê de li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Xarpêtê bi heman armancê çalakî pêk anîn û jiyana xwe ji dest dan.

15 GIRTÎ KETIN ROJIYA MIRNÊ

Li Zindana Girtî ya Jinan a Bakirkoyê: Nesrîn Akgul, Şukran Aydin, Zozan Çîçek
Li Zindana Girtî ya Jinan a Gebzeyê: Ardil Çeşme, Asli Dogan
Li Zindana bi Ewlekariya Bilind a Wanê: Ahmet Anigi, Ozhan Ceyhan, Vedat Ozagar, Îhsan Bûlût, Erol Cengîz Li Zindana Tîpa D a Amedê: Ergîn Akhan, Enver Dûrmaz, Ahmet Topkaya, A. Halûk Kaplan û Ferhat Tûrgay tevahî 15 girtiyên PKK’ê û PAJK’ê, 30’ê Nîsana 2019’an dest bi rojiya mirinê kirin û gotin, ‘’ Divê were zanîn, li dijî zext û zordariya faşîzmê em ê ti carî dest ji berxwedanê bernedin. Em li zindanê li ber xwe didin, em ê li ber xwe bidin û bi baweriya ku berxwedana me wê bi ser bikeve em bedena xwe datînin holê. Ya ku hinek bi zorê dikin, em bi eşqeke mezin dikin. Em ji dil bawer dikin ku mifteya jiyaneke azad û demokratîk Rêber Apo bi xwe ye. 

GAVA SÊYAN A DEWLETÊ

Dewleta Tirk dema ku fêhm kir bi hevdîtina 15 deqeyan a bi birayê wî Mehmet Ocalan re nikarin berxwedanê bişkînin, bêgav ma ku gava sêyan bavêje. Di meha 7’an a berxwedadnê de bersiveke erênî dane serlêdana 811’an a parêzeran lê ji bo ku tecrîd bi temamî were şikandin gav nehate avêtin. Di daxuyaniyê de ya bi îmzeya Ocalan û sê girtiyên li cem, biryar ji berxwedêran re hate hiştin.

DAXWAZA GIRTIYAN ZELAL E

Piştî civîna çapemeniyê ya parêzeran Leyla Guven û wekîlên HDP’ê yên di berxwedanê de gotin bi hevdîtinekê wê tecrîd ranbe û diyar kirin, heta ku daxwazên wan tam bi cih neyên ew ê çalakiya xwe bidomînin. Denîz Kaya jî li ser navê girtiyên PKK’ê û PAJK’ê daxuyanî da û got, bi her şert û mercî heta ku tecrîd ranebe bi ti awayî ew ê ji berxwedanê gavekê bi paş de necin.

KOMA DUYAN A ROJIYA MIRINÊ

Li Girtîgeha Kandirayê: Yaşar Cînbaş, Mûhammed Înal, Diyadin Akdemîr, Engîn Kahraman. Li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê: Îbrahîm Dogan, Ahmet Emîn Eren, Mûstafa Taştan. Li Girtîgeha Patnosê: Sena Efe, Bûrhan Şik, Faysal Atak, Şefîk Kayhan, Li Girtîgeha Hejmar 1 a Tekîrdagê: Reşat Ozdîl.Li Girtîgeha Hejmara 2 a Tekîrdagê: Zekî Bayhan, Yilmaz Yildiz. Li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Wanê: Saît Ozturk, 10 Gulanê koma duyan a çalakgeran greva birçîbûnê  veguherandin ser rojiya mirinê.

SERLÊDAN BÊBERSIV MAN

Serlêdanên parêzeran ên piştî hevdîtina 2’yê Gulanê bêbersiv man, daxwazên hevdîtinê yên malbat û wasîsan bêbersiv man. Vê navbeynê Wezîrê Dadê yê Tirk Abdulahamî Gul got dozgeriyê biryara qedexeyê rakiriyê, ango hevdîtin dikarin bibin. Şefê MHP’ê Devlet Bahçelî got, hevdîtina bi parêzeran re dikare bibe. Berdevkê hikûmetê jî gotinên hevşib kirin.

DAYIK LI BER XWE DIDIN

Piştî ku greva birçîbûnê ya girtiyan kete meha 4’an bi pêşengiya dayikan û xizmên girtiyan berxwedanê dest pê kir. Li gel hemû astengiyên hêzên dewleta Tirk û êrîşan li berxwedana ku li ber Girtîgeha Gezbeyê dest pê kirî, li Meydana Esenyûrtê, Parka Koşuyoluyê ya Amedê, Girtîgeha Bakirkoyê, Parka Îsmet Înonû ya Edene berbelav bû. Dayikan bi çarikên xwe yên spî li dijî zordariya hêzên Tirk li ber xwe dan û her wiha çûne Enqerê hevdîtin kirin. Dayik li zarokên xwe û li daxwaza rakirina tecrîdê xwedî derketin û kirin û li ser hikûmta Tirk zexteke zêde ya raaya giştî çêbibe.

GUVEN: TECRÎD WÊ RABE

Yek ji aktîvîsta TJA’yê Fîgen Ektî ku li cem Leyla Guven dimîne, di Yenî Ozgur Polîtîkayê de gotibû Guven bal kişandibû ser hevdîtina li gel Ocalan û gotibû ew mafdar e ku bawer dike wê tecrîd were şikandin. Çend gotinên Guven ku Ektî di rojnameya Ozgur Polîtîkayê de dabûn:

*Min xwest ku di vê tarîtiyê de bibim deng, nizanim wê kes dengê min bibihîse an na, wê kes min bibine an na. Ez li girtîgehê bûm û li xaleke ku ku bi giranî hewl didan ku siyaset neye dîtin, min xwest din av tarîtiyê de bibim qêrînek.

*Belkî partiya min wê rexneyê li min bike; ka em siyaseta Tirkiyê dikin, çima tu tiştekî wiha dikî.Belkî wê saziya min, ku ez hevseroktiya wê dikim jî wê were rexnekirin, ji ber ku haya wan je nebû, belkî hemû jî li dij min derketana lê çi jî be, ez hazir bûm ku hemû dinyayê deynim pêşberî xwe.

*3-4 mehan di sere xwe de min çalakiya xwe sêwirand; min xwest binimi 14’ê Tîrmehê lê ji ber kelepçeye ez nebirim dadgehê. 11’ê Tîrmehê dadgeha min hebû, min ê li dadgehê bigota û bigota 14’ê Tîrmehê dest bi çalakiya xew dikim. Ji ber vê jî li dadgehê bi rengekî min biryara xwe vegot.

*Li girtîgehê derfetên me pir kêm bûn, rojnameya me nedidan, tenê rojnameya Cumhuriyetê didan, me hewl dide ku hevokeke têkilî xwe bbiînin, radyok nebû, qedexe bû.

*Demekê gelek kilo j imin kêm bûn û neçûm hevdîtina bi parêzeran re. Ango bi xweşikî me agahî nedistand. Lê dema ku derketim derve, di roja 79’an a çalakiyê de dema ku hatim berdan, ez difikirim ku ev çalakiya min gihaye armancê, her çendî bixwazin ku vê nedîtî bikin jî, tecrîd ketiye rojeva hemû cîhanê û li gorî xwe min digot gihaye armanca xwe.

*Min hewl da ku bidim fêhmkirin Rêzdar Ocalan ne girtîyekî jirêzê ye, ne lîderekî jirêzê ye û ez dibêm qey ev hatiye fêhmkirin.

*Ji niha û pê de em ne li ser mirinê lê li ser jiyanê dixwazin tiştekî bibêjin.

*Heta niha 9 ciwanên me ji bo ku em nemirin bi fedayî jiyana xwe dan.

*Hevdîtin bû û dengê Rêzdar Ocalan derkete derve. Ez bawer dikim wê hê jî hevdîtin bibin, tecrîd wê bi temamî rabe û  li rewşeke azadtir, li rewşeke xweştir em ê werin cem hev. Ev dibe ku mîna utopyayê be lê divê em vê ji bîr nekin, ütopya ya ku hê pêknehatî ye, ne ku ya ne pêkan e.

*Ji bo vê em mirovên wiha ne ku jiyaneke azadtir, bêhtir demokratik, bêhtir wekhev, hevdem heq dikin, li gel Tirk, Kurd, Laz û Çerkezan.

*Ez pir aram im, şad im; wek ku volqanek din ava min de ye û her kêlî çemek diherike.

*Di vê rêyê de mirin ji bom in rûmeteke mezin e, ez hê dijîm û ez ji vê bawer nakim. Ev 190 roj in çawa li ber xwe didim ez jî nizanim lê wek ku coşiya di nava mirov de, mirov dide jiyîn, naxwe ya ku mirov li ser piyan dihêle ne xwarin vexwarin lê hîs in, ez pir ji kûr ve vê hîs dikim.’’

*Ez bawer dikim bi kêmanî ji bo zarokên me wê siberojeke xweş çêbibe.’’

Û HEVDÎTINA DUYAN HATE KIRIN

Vê navbeynê bersiveke erênî dane parêzerên Ocalan ku tim serlêdana hevdîtinê dikirn. Parêzer Rêzan Sarica û Newroz Uysal Pêrşemê çûne Imrliyê û dîsa hevdîtin kirin. Parêzeran Înê agahiyeke kurt dan û gotin, ew ê ramanên Ocalan ên têkilî greva birçîbûnê bigihînin girtiyan û berxwedêrên dî, li ser vê gotebêjiyê bikin û di demeke pir kurt de raya giştî agahdar bikin.