MŞD: Tevlî kampanyaya avakirina Êzîdxanê bibin

Di salvegera 6'an a fermana 3'ê Tebaxê de ji bo jinûve avakirina Şengalê kampanyayekê dest pê kir. Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat (MŞD) banga tevlîbûnê kir.

Meclîsa Şengalê ya Derveyî Welat (MŞD) di salvegera Fermana 73'an de, ya ku bi destê çeteyên DAÎŞ'ê, bi teşwîq û alîkariya dewleta dagirker a Tirk pêk hatî daxuyaniyeke niviskî da.

MŞD'ê di daxuyaniyê de bang kir ku ji bo avakirina Êzîdxanê her kes piştevan be.

MŞD'ê qirkirina li ber çavê cîhanê ya 3'yê Tebaxa 2014'an bi bîr xist û got heta niha jî welatên ku xwedêgiravî ji xwe re demokrat dibêjin, destê xwe nedane Şengalê.

MŞD'ê her wiha avabûna YBŞ'ê û YJŞ'ê bi bîr xist û diyar kir heta roja îro wan bi derfetên xwe rêxistiniya xwe kirine, bi derfetên xwe Xweseriya Demokratîk ava kirine û got; ''Îro em dikarin bibêjin ku em hene. Ji nebûnê hebûn hate afirandin.''

MŞD'ê vegera Êzîdiyan a ji kampên Başûr bi bîr xist, diyar kir ku ev cihê kêfxweşiyê ye û got, ''Em bang dikin ku em li biryara pîroz a vegerê xwedî derkevin, li şêniyên Şengalê yên ku vedigerin xwedî derkevin û Şengalê ava bikin. Divê gelê me ji bo hewcehiya av, elekrîk û avakirina malên rûxandî alîkar be. Em bang li her kesî dikin ku tevî kampanyaya avakirina Şengalê bibin.''

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em MŞD bang li tevahîya civaka Êzidî, keseyetên demokrat, rewşenbîr, akademisyan, Sûryan,Elewî û welatparêz dikin ji bo avakirina Êzîdxanê piştgir bin û tevlî kampanyaya avakirina Şengalê bibin.''

MŞD'ê ji bo kesên ku dixwazin xwe tevlî kampanyaya avakirina Şengalê, Êzîdxanê bikin ev hesabê jêr par ve kiriye:

Post Bank

IBAN: DE38 4401 0046 0905 2364 68
BIC: PBNKDEFF

Konto Nummer: 905236468

Bankleitzahl: 44010046

Verwendungszweck: ''SPENDE FÜR WIEDERAUFBAU SENGAL“