Li Tehranê êrîşî girtiyan kirin: Werîşe Muradî birîndar bû

Girtiyên jin ên li Girtîgeha Evîn a Tehranê ku bi êşkenceya xwe navûdeng e, îdam protesto kirin. Hat ragihandin ku di êrîşê de girtiya siyasî ya Kurd Werîşe Muradî birîndar bûye.

Hat ragihandin ku îdamkirina girtiyê Kurd Reza Resayî, protestokirin. Ku Reza Resayî bi hinceta beşdarî serhildana Jin Jiyan Azadî bûye, hate îdamkirin.

Derbarê Reza Resayî yê 35 salî de, 31’ê Kanûna 2023’yan cezayê îdam hate birîn û di 6’ê Tebaxê de jî hate îdamkirin.

Piştî îdamkirina Reza Resayî li gelek girtîgehan, girtiyên siyasî çalakiyên protestoyî lidar xistin.

Li gorî ajansa nûçeyan a JINHA’yê, girtiyên jin jî li Girtîgeha Evîn a Tehranê xwepêşandan kirin. Ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve jî bi tundiyê bersiv hat dayîn. Hate hînbûn ku girtiya siyasî ya Kurd Werîşe Muradî di êrîşa 6’ê Tebaxê ya li hemberî çalakiya girtiyan de dema Reza Resayî hate îdamkirin, birîndar bû.

Li gorî agahiyên ji girtiyên siyasî yên li girtîgehê hatin girtin; Polîsên Îranê êrîşî Werîşa Muradî kirin û êşkence lê kirin. Werîşe Muradî piştî êşkenceyê li gelek cihên laşê wê birîn hebûn. Piştî êşkenceyê destûr nehat dayîn Werîşe Muradî biçe nexweşxaneyê. Dîsa girtiyan agahî parve kirin ku efser Hadî Mihemedî fermana êşkenceya li girtîgehê daye.