Li Stenbolê kampanyaya “Niha dema guhertin û azadiyê ye” dest pê kir

Tevgera Jinên Azad li dijî her cureyê zext û tundiya li jin û zarokan bi şîara “Niha dema guhertin û azadiyê ye” li Stenbolê kampanya da destpêkirin.

Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) kamapanyaya ku li dijî tundiya dewlet û zilam ku beriya niha li gelek bajarên Kurdistanê dabû destpêkirin, kampanyaya Stenbolê li Daîreya Zewacê ya Kadikoyê bi civîneke girseyî da destpêkirin.

Parlamenterên HDP’ê Gulistan Koçyîgît, Huda Kaya, Zuleyha Gulum, Înîsyatîfa Dayikên Aşitî û gelek rêxistinên jinan beşdarî civînê bûn. Di civînê de peyama  wê li dijî bêhiqûqiya li jinan bêdeng nemînin, li kolan, kar, meclîs, tax û her derê deng û têkoşinê geştir bikin hate dayîn. Pankarta “Bi jinê re niha dema azadiyê ye” hate daliqandin û Parlamentera HDP’ê û Hevberdevka HDK’ê Gulistan Koçyîgît, Endama Meclîsa Jinan a HDP’ê û aktivîsta TJA’yê Ayşe Berktay, endama Meclîsa Jinên Ciwan Merve Oztep, ji lîstikvanên Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) Rûgeş Kirici û aktivîsta TJA Çîçek Ariç di dîwana civînê de cih girtin.

Bê navber dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî” hate berzkirin, deklerasyona kampanyayê bi zimanê Kurdî û Tirkî hate xwendin.