Meclîsa Jinan a Stenbolê ya HDP’ê çalakiyên Roja 25’ê Mijdarê Têkoşîna Navnetewî ya Tundiya Dijî Jinê li Qada Azadî ya Bakirkoyê da destpêkirin. Çalakiya ku polîsan xwestî asteng bike, bi israra jinan hate lidarxistin.
Parlementera HDP’ê Huda Kaya, Zuleyha Gulum, hinek rêxistinên jinan û aktîvîstên LGBTÎ tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta bi nivîsên Kurdî û Tirkî “Têkoşîn li dijî tundiya dewlet-zilam” hatin hildan. Di çalakiya li ser hev dirûşmeyên li dijî tundiya li ser jinê hatîn berzkirin de, Hevseroka Rêxistina Bajêr a Stenbolê ya HDP’ê Elîf Bûlût axaftina destpêkê kir.
Bûlût teqez kir ku wê têkoşîna jinê hemû bi hev re mezin bikin û got, “25’ê Mijdarê em ê li qadan bin, li dijî yên ku dixwazin Peymana Stenbolê ji holê rakin em li qada ne, 8’ê Adarê em li qadan e û her tim em ê li qadan bin.”
Parlementera HDP’ê Zuleyha Gulum jî bi bîr xist ku ew weke jin bi her cure tundiyê re rû bi rû mane û anî ziman ku ji çavnebariya dewlet-zilam-darazê li Tirkiyê û cihanê jin tune tê hesibandin. Gulum got, “Çi bibe bila bibe em xwe paşve nakêşîn; em ê li dijî polîtîkayên dijberî jinê têkoşîna xwe berdewam bikin.”
‘JI BO BIKARIBIN BIJÎN XWEPARASTIN ŞERT E’
Piştî axaftinan daxuyanî ji aliyê Berdevka Meclîsa Stenbolê ya HDP’ê Bese Çelîk ve hate xwendin. Çelîk diyar ku hîn bi qanûnan faîlên tundiyê zilam tê parastin û çavê xwe ji tacîz û tecawûza li dijî jinê ya tundiya Zilam re digrin û Dîlek Dogan, Pinar Gemsîz, Îpek Er, Nadira Kadîrova yên tundiya dewletê qetilkirîn û Gulistan Dokuya ku hîn aqûbeta wê nayê zanîn bibîr xistin. Çelîk teqez kir ku hiqûq jinê ji tundiyê naparêze, faîlan diparêze û wiha got, “Em dizanin ku tundiya zilam jinê naparêze, ji ber vê sedemê em disa dibêjîn, ji bo jin bikaribin bijîn xweparastin şert e.” Çelîk di dawiyê de bang li hemû jinan kir ku 25’ê Mijdarê li derdora Meclîsên Jinan ên HDP’ê piştevaniya me û têkoşîna me mezin bikin.
Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.