Li Srî Lankayê stargehên jinan: Li gundan komên jinan hatin avakirin

Li Srî Lankayê stargehên jinan ji mexdûrên tundiya zayendî ya civakî re dibin piştevan. Ji bo belavkirina bernameyên ji bo jinan, li gundan komên jinan têne avakirin.

Koma Jinên Xwedî Pêwîstî yên Srî Lankayî (WIN) ku sala 1987'an ava bû, ji bo jinên ku mexdûrê tundiya li nava malê ne, alîkariya edlî, piştevanî û stargehê dide ku karibin careke din tevlî nava jiyanê bibin.

Ji vê saziya navborî pispora xizmetên civakî û şêwirmend Anoja Makawîta got, "Li nava civaka me baweriyeke welê heye ku divê tundiya li nava malê neyê eşkerekirin, neyê nîqaşkirin. Encamên gelekî berfireh ên tundiya li nava malbatê hene û herî zêde jin pê diêşin. Bandora vê yekê ne tenê li ser malan e, her wiha li ser tevahiya civakê ye."

Li gorî anketeke ku di sala 2019'an de hate amadekirin, ji her pênc jin ên Srî Lankayî yek jê dibin hedefa tundiya zayendî yan jî fîzîkî ya partnerê xwe. Nêzî nîvê jinên ku dibin hedefa tundiyê ji şermkirinê, sûcdarkirinê yan jî bi tirsa ku jê bawer nekin, di wê baweriyê de ne ku tundî asayî ye, yan jî bi qasî ku alîkarî bê xwestin cidî nîne. Ji ber vê yekê jî bi rengekî fermî daxwaza alîkariyê nekirin.

Projeya Xurtkirina Jinên di nava Krîzê de ya Yekîneya Jinê ya Neteweyên Yekbûyî, ku ji aliyê hikumeta Japonyayê ve tê fînansekirin, stargehên ku ji aliyê WIN ve têne birêvebirin jî di nav de alîkarî da 11 stargehên jinan ên li Srî Lankayê.

ENTEGRASYON ALIYÊ HERÎ ZEHMET Ê KARÊ ME YE

Makavîta got, "Alîkariya ji bo jinûve entegrekirina jinan li nava civakê, aliyê herî zehmet ê karê me ye" û anî ziman ku gelek ji jinên ji tundiya li nava malê reviyan nekarîn vegerin mala xwe ya berê yan jî nekarîn maleke nû kirê bikin.

WIN bi têkiliya bi saziyên din re ji bo xanî ji şeş mehan re kirê bike bi van jinan re dixebite û di nava vê demê de jin dikarin ji xwe re li kar bigerin. WIN ne saziya yekane ye ku li Srî Lankayê alîkariyê bi mexdûrên tundiyê re dike. Li eyaleta Navendî ya Bakur a welêt Komeleya Jinan a Astengdar an jî AKASA, weke tevneke komên alîkariyê kar dike ku hewl dide firsendan biafirîne û ji bo jiyaneke serbixwe û bi rûmet a jinan alîkariyê dike. Malên bi ewle yên saziyê yên li bajarokê Thalawa ji bo jinên astengdar ên hatin îstîsmarkirin û zarokên keç ên destavêtin li wan hate kirin, di mijara alîkariyê de pispor e.

EM BI HER AWAYÎ RÊ NÎŞANÎ JINAN DIDIN

Seroka AKASA N.G. Kamalawethîe jineke 21 salî ya ji pişta xwe ve astengdar bi bîr xist û qalê kir bê aramiya li nava AKATA'yê çawa dîtiye: "Lîlanthî ku di zarokatiyê de hevserê dayika wê û hevalê wê çawa îstîsmar kiriye serî li polîsan da. Rayedaran kesên ku destdirêjî lê kir girt û piştre jî Lîlanthî xist stargeheke sêwiyan. Di 18 saliya xwe de neçar ma ku ji wê stargehê biçe. Lê belê heta ku xwe gihand AKASA'yê nekarî maleke mayinde ji xwe re bibîne. Jinên li vê stargehê her roj hîn bêhtir bi pêş dikevin, di nava jiyanê de dibin xwedî hesta asayîbûnê ku ev yek min kêfxweş dike. Bi her awayî em rê nîşanî van jinan didin."

Saziyeke din jî Navenda Çalakiyê ya Civakî ya Jaffna (JSAC) ye ku li eyaleta bakur a Srî Lankayê piştgiriyê dide jin û zarokan. JSAC ku ji aliyê Nadarajah Sûkîrtharaj ve tê birêvbirin, ji bo jinên mexdûrên tundiyê hin bername amade kir. JSAC ku sala 2003'an ava bû, li heyşt herêman knar dike. Sûkîrtharaj got, "Dema ku JSAC ava bû, haya civaka me ji girîngiya stargehên ji bo jinên mexdûrê tundiyê nebû. Ji bo nirxandina vê yekê û zanekirina civakê me bername amade kir û ji bo belavkirina vê jî li gundan me komên jinan ava kir. Wê demê me dît ku di têgihiştinê de guhertinek çêbûye. Li gel piştevaniya me ya hiqûqî û şêwirmendiyê, ji bo bibin alîkar ji jinan re ku karibin kar peyda bikin an jî firsendên pîşeyê serbest biafirînin, pêwîstiya me bi alîkariyê heye. Dixwazim spasiya Yekîneya Jinê ya Neteweyên Yekbûyî bikim ku bi taybetî di dema tengaviya aborî de piştgiriyeke bêhempa da."