Li sê bajarên Arjantînê semînerên Jineolojiyê hatin dayin

Semînerên li ser Jineolojiyê yên li Arjantînê dwam dikin. Komîteya Jinê ya Piştgiriya bi Kurdistanê re, bi vê armancê li Bûenos Aîres, Moreno û Cordobayê çalakî li dar xist.

Komîteya Jineolojiyê, roja 25'ê Îlonê serdana kargeha xêzkirina grafîkan a La Voz De Las Mûjeres (Dengê Jinê) ziyaret kir, ku di bin sîwana FOB (Federasyona Rêxistinên Zemîna Gel) dixebite.

FOB, gelên xwecihî yên parzemînê ku koçî Bûenos Aîresê dikin, ji aliyê aborî, çandî û civakî ve bi rêxistin dike. FOB ku li dehan taxên bajêr bi rêxistin e, xwedî li doza jina bi navê Reîna Maraz derketibû, ku sala 2014'an hevserê xwe kuştibû, hatibû girtin û ji ber ku bi Spanî nizanîbû nikarîbû xwe biparêze. Maraz bi têkoşîna hevpar a jinên xwecihî û FOB'ê, di Kanûna 2016'an de ji girtîgehê derketibû.

Roja 26'ê Îlonê li Fakulteya Felsefeyê ya Zanîngeha Bûenos Aîresê, semînera li ser Jineolojiyê hate dayin. Zîlan Diyar li ser navê Jineolojiyê pêşkêşî kir û anî ziman ku femînîzma gel a li Latîn Amerîkayê derketiye holê (femînîsmo popular) û Jineolojî xwedî gelek aliyên hevpar in. Diyar got, "Mirov ancax dest bidin ruhê axê, dikarin ji wê axê fêhm bikin" û anî ziman, tecrûbe û têkoşîna li vê derê tevkariyê li tevna agahiyê ya Jineolojiyê dike.

27'ê Îlonê beriya çalakiya li Morenoyê, dokûmanterek li ser Şoreşa Rojava hate nîşandan. Di semînerê de hat destnîşankirin, ku di guhertina tevgera azadiyê ya Kurd de tespîtên Ocalan ên li ser kolekirina jinê, xwedî bandoreke mezin e.

LI CORDOBAYÊ SEMÎNER Û PERWERDE

Rawestgeha dawî ya Civînên Jineolojiyê bajarê Cordoba bû. Roja 29'ê Îlonê di çarçoveya vê bernameyê de navenda civakî ya li Maldonano hate ziyaretkirin. Nûnera Tevgera Jinên Kurd Melîke Yaşar li vê derê, li ser dîrok û rewşa heyî ya Kurdistanê pêşkêşiyeke kurt kir. Semînera li Cordobayê, ji aliyê jinên endamên Komîteya Piştgiriya bi Kurdistanê ve ahte lidarxistin û ji rêxistin û tevgerên cuda gelek kes tevlî bûn.

Duh jî bi beşdariya 50 jinan, perwedeyek ji bo rojekê ya li ser mijarên; Tevgera Jinên Kurd û Jineolojiyê hate organîzekirin.