Li Rojhilatê Kurdistanê 6 jê jin 11 mirinên bi guman
Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê, ragihand ku li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê 6 jê jin 11 kes bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dane.
Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê, ragihand ku li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê 6 jê jin 11 kes bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dane.
Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê bi daxuyaniyekê, ragihand ku di heftiya bihurî de 11 kes li bajarên Bokan, Kirmaşan, Wezîrî Nehawedan, Maydeş, Ûrmiye, Mahabad, Qesrê, Şîrîn û Şabad, yên Rojhilatê Kurdistanê, bi awayek guman jiyana xwe ji dest dane.
Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê da zanîn ku ji 11 kesan, 6 jê jin in û navê wan wiha ne: “Reza Bazvand, Hadî Kadirî, Hêmin Şemal, Muhammed Emîn Abdî, Umîd Abbasî, Îhsan Sipêhrî, Umêd Kefarî, Menzer Seydî, Firîşte Kasimî, Mîna Xulamî, Fatme Balançî, Perwîn Muhammedî û Leya Hiseynî.”
Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê sedema mirinan bi rewşa aborî, civakî û nebûna piştgiriya derûnî ve girêda.