Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê di mehekê de 32 jin hatin qetilkirin

Li gorî amaran, di meha sibata îsal de herî kêm 47 bûyerê kuştin û xwekuştina jin û jinên ciwan li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hatine tomarkirin.

Serdestiya zihniyeta baviksalarî di civakê de ku bi hemû awayî ji aliyê desthilatdarên siyasî ve tê piştgirîkirin, bûye sedem ku amarên kuştin û xwekuştina jin û jinên ciwan li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bilind bibin.

Berdewamiya tundiya fizîkî, zayendî, derûnî, kuştin û xwekuştina jinan wekî pirsgirêk û astengeke mezin li pêşiya avakirina civakeke azad û demokratîk di Îranê de tê dîtin. Jin mexdûriyetên ewil yan jî hedefa yekemîn a zihniyeta baviksalar a paşverû ne. Tiştê ku vê zîhniyetê motîve dike û xurt dike dewlet bi xwe û qanûnên wê ne û ji ber vê yekê mijara şîdet û qetilkirina jinan derketiye asteke trajîk.

Li hemberî zext û qetilkirinên li ser jinan, têkoşîna jinan bi şêwazên cuda cuda dewam dike û ev têkoşîn herî dawî di çarçoveya “Şoreşa Jin, Jiyan, Azadî” de gihîşt lûtkeyê û niha jî bi şêwazên cuda cuda didome.

JinNewsê ji bo ku balê bikêşe ser rewşa jinan û tundiya li ser wan amarên meha Sibatê (21’ê Kanûnê û 21’ê Çileyê) belav kirin. Li gorî amaran di nava mehekê de herî kêm 32 jin li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hatine qetilkirin. Her wiha di êrişên roketan ên di navbera Îran û Pakistanê de 6 jin û 2 zarok hatin kuştin û zarokek û jinek jî ji aliyê hêzên Îranê ve hatin qetilkirin; yên din jî ji aliyê xizm, hevjîn, hevjînên berê yan jî zilamên din ve hatin hedefgirtin û kuştin.

Li gorî amaran, di nava mehekê de herî kêm 15 jin û keç ku piraniya wan zarok in, bi hincetên cur bi cur neçar mane ku xwe bikujin.