Li Parîsê ji bo 3'ê jinên Kurd ên şoreşger çalakiya edaletê

Li paytexta Fransa Parîsê, ji bo 3'ê jinên Kurd ên şoreşger daxwaza edaletê hate dubarekirin.

Li Parîsê ji bo 3'ê jinên Kurd ên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên ku 9'ê Çileya 20113'an hatibûn qetilkirin, çalakiya edaletê vê hefteyê ji berdewam kir.

Çalakiya edaletê ya ku bi pêşengtiya Tevgera Jinên Kurd ên Ewropa pêk hatî de, endamên Tevgera Jinên Kurd ên Fransa û endamên Yekitiya Jinên Sosyalîst jî tevlî çalakiya edaletê bûn.

Çalakgeran wek hemû hefteyan vê hefteyê ji berbi Boruya Enformasyon a Kurdistanê meşiyan û di kesayeta 3'ê jinên şoreşger de ji bo hemû şehîdên şoreşê deqeyekî rêzgirtin. Çalakgeran piştre gul danîn li pêşiya avahiya ku 3'ê jinên şoreşger lê hatibû qetilkirin.

Jinan bang li dewleta Fransa kir ku hemû aliyê qetlîamê ronî bike û berpirsên qetlîamê werin darizandin