Li Nantesê ji bo salvegera qetilkirina Jîna Emînî çalakî hat kirin

Jina ciwan a Kurd Jîna Emînî ya ku salek berê li Tehranê hat qetilkirin li bajarê Fransa Nantesê bi beşdariya gelek saziyan ve hat bibîranîn.

Rêxistinên Kurd û Îranî, rêxistinên çep ên Fransî NPA û Lutte Ouvriere, ji bo bîranîna Jina Emînî di yekemîn salvegera wê de li hev civiyan û serhildana 'Jin jiyan azadî' silav kirin.

Çalakî bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Di çalakiyê de nameya ku ji bo Jîna Emînî hatibû nivîsandin hate xwendin û wêneyên Jîna Emînî ya ku di 16’ê Îlona 2022’yan de ji aliyê polîsên Tehranê ve bi hinceta “porê xwe veneşartiye” hate qetilkirin, hate hilgirtin.

Li ser navê Navenda Çanda Kurd a Nantesê ya Engîn Sîncer çalakgerek axivî û wiha got: "Em ji bo Jîna Emînî ya li Îranê ji aliyê polîsên exlaqî ve hat qetilkirin bi bîr bînin û bibin dengê jinên hatine qetilkirin, li vir kom bûne."

Çalakger diyar kir ku sîstema Îranê bi bêdengkirina jinan re kuştina jinan didomîne û wiha domand: “Ew difikirin ku bi vî rengî dikarin me bitirsînin. Lê gelên li Îranê û tevahiya Kurdistanê li dijî zilma zayendperest serî hildan û bi rojan xwepêşandan berdewam kirin. Çalakî li seranserê cîhanê belav bû."

Çalakger destnîşan kir ku Kurdên ku dirûşma 'Jin jiyan azadî' afirandine, wê ti carî serî netewînin û her tim li qadan bin.

Çalakî bi berzkirina dirûşmên "Jin jiyan azadî" û "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.