Li Mêrdînê tecrîd hate protestokirin

Endamên Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Mêrdînê, Leyla Guven û girtiyên din ên li dijî ketine greva birçîbûnê silav kirin.

Endamên Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mêrdînê Leyla Guven a li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 80 roj in digrevê de ye û girtiyên din hatin silavkirin.

Jinên ku li pêşiya avahiyên HDP’ê û BDP’ê yên navçeyê hatin ba hev, ji vir heta Qada Azadiyê meşiyan. Di meşê de Parlementera HDP’ê ya Mêrdînê Ebûr Gunay jî hebû.

‘DIVÊ BI LEZGÎN RABE’

Li ser navê Meclîsa Jinan a HDP’ê Bêrîvan Yildiz Ata li Qada Azadiyê daxuyanî da û got: “Divê tecrîd bi lezgîn bê rakirin. Divê bi rêkûpêk malbat û parêzer bikarin hevdîtinê bi Birêz Ocalan re pêk bînin.

Parlementera HDP’ê ya Mêrdînê Ebrû Gunay jî got: “Eger Birêz Ocalan azad bibe, em jî wê li ser vê xakê hê azadtir bijî, wê Tirkiye bibe dewleteke ya hiqûqê.”