Li Belçîkayê çalakiyên 25’ê Mijdarê

Li bajarên Lîege û Antwerpen ên Belçîkayê çalakiyên 25’ê Mijdarê hatin lidarxistin.

Li bajarên Lîege û Antperwen ên Belçîkayê YJK-B’ê bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Ser Jinê çalakî li dar xistin.


Di çalakiya bi hevkariya Platforma Jinên Femînîst Mîrabel hatî lidarxistin de, banga têkoşînê li dijî her cure tundiyê hate kirin.